Dadgeha Bilind a Iraqê dê li ser gilîkirina Parlamentoya Kurdistanê bicive

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê dê îro bicive û biryarê li ser gilîkirina dirêjkirina dema erkê Parlamentoya Kurdistanê bide.

Şêwirmendê Yasayî yê Parlamentoya Kurdistanê Wurya Sadî Ehmed ji Rûdawê re ragihand, ji bo parastina yasaya dirêjkirina dema karê Parlamentoya Kurdistanê dê li dadgehê amade bin.

Rûniştina îro dê bibe duyemîn rûniştina Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ji bo gotûbêjkirina gilîkirina derbarê yasaya dirêjkirina dema erkê Parlamentoya Kurdistanê.

Ew gilî ji aliyê Serokê Tevgera Nifşê Nû li Parlamentoya Iraqê Sîrwa Ebdulwehîd ve hatibû kirin.

Piştre Serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihammed, Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid û Serokê Tevgera Nifşê Nû li Parlamentoya Kurdistanê Kawe Abdulkadir jî bi gilînameyên xwe bi hev girêdan.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê  di derbarê giliyan de di 18ê Kanûna 2022an de yekemîn rûniştina xwe li dar xist.

Roja 9ê Cotmeha 2022ê proje yasaya dirêjkirina dema erkê dewra pêncem a yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê heta dawiya sala 2023ê bi 80 dengan ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibû pesendkirin.

çend parlamenterên Yekgirtû, Newey Nwê, Goran û parlementerên serbixwe li dijî vê proje qanûnê derketibûn.

Kesên gilîkar bi hêceta ku li dijî madeyên 5 û 20ê yên destûra Iraqê û “maddeya 51ê ya yasaya jimare 1 ya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya sala 1992ê ye." daxwaza betalkirina dirêjkirina dema erkê parlementoya Kurdistanê dikin.