Partiya DEVAyê: Em daristana bi navê Bahçelî qebûl nakin
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) ya Amedê ragihand, ku ew çêkirina daristaneke bîranînê ya bi navê Serokê Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli li Amedê qebûl nakin û got: “Dayîna navê siyasetmedarekê bo daristaneke bîranînê ya Amedê, ku piştgirî daye gelek zilm û binpêkariyên li Amedê tê wateya pevçûna ligel xelkê wê.”
Karvedanên li dijî daristaneke bîranînê ya bi navê Serokê MHPê Devlet Bahçeli berdewam in, ku biryar e ew daristan li Çiyayê Kirklar yê parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bê çêkirin. Ev demek e di serî de xelkê navçeyê, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî nerazîbûnan li dijî çêkirina wê daristana bi navê Bahçelî nîşan didin.
Îro 15ê Çileya 2022ê beşek ji endam, rêveber û alîgirên Partiya DEVA yên Rêxistina Amedê jî li Pira Dehderî ya dîrokî ya Amedê, bi daxuyaniyekê nerazîbûn li dijî çêkirina “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî” nîşan dan.
Serokê navçeya Surê yê DEVAyê Sadrettin Tosunlu li ser navê partiya xwe di daxuyaniyê de axivî.
Sadrettin Tosunlu diyar kir ku dayîna navê siyasetmedarekê li daristaneke bîranînê ya Amedê, ku ew siyasetmedar di nav Kurdan û xelkê navçeyê de ne xwedî bîranînên baş e, neheqiyek mezin e û got: “Em weke Rêxistina Amedê ya DEVAyê bi awayek eşkere dibêjin ku em vê helwesta li dijî tevn, dîrok, bîr û bîranîna bajêr qebûl nakin.”
Tosunlu tekez kir ku ti wateyeke erênî ya Devlet Bahçelî di nav xelkê Amedê û navçeyê de nîne û got: “Dayîna navê siyasetmedarekê bo daristaneke bîranînê ya Amedê, ku piştgirî daye gelek zilm û binpêkariyên li Amedê tê wateya pevçûna ligel xelkê wê.”
Sadrettin Tosunlu wiha axivî: “Li yek ji cihên taybet ên bajarê me Çiyayê Kirklar ku li ser wê stran hatine gotin, dayîna navê Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî bo daristaneke, li wir nayê qebûlkirin. Ji ber ku ti wateyeke erênî ya wî siyasetmedarê ku dixwazin navê wî li daristanê bikin, di serî de di nav xelkê Amedê, navçeyê, bajarên navçeyê û kesên li wan bajaran dijîn de nîne. Ti sedemeke aqilane ya wê yekê nîne, navê siyasetmedarekê li daristaneke bîranînê bê kirin, ku di jiyana xwe ya siyasetê de tenê du caran serdana Amedê kiriye û derbarê Amedê de ti bîranînên wî nînin. Siyasetmedarê ku Kurdan tune dihesibîne û di her derfetê de ji hestên wekhevî û dadweriyê dûr dikeve û ti pêşerojeke wî bo Amedê nîne divê di serî de vê helwesta xwe biguhere.”