Partiya DEVAyê: Em daristana bi navê Bahçelî qebûl nakin

15-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) ya Amedê ragihand, ku ew  çêkirina daristaneke bîranînê ya bi navê  Serokê Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli li Amedê qebûl nakin û got: “Dayîna navê siyasetmedarekê bo daristaneke bîranînê ya Amedê, ku piştgirî daye gelek zilm û binpêkariyên li Amedê tê wateya pevçûna ligel xelkê wê.”

Karvedanên li dijî  daristaneke bîranînê ya bi navê  Serokê MHPê Devlet Bahçeli berdewam in,  ku biryar e ew daristan li Çiyayê Kirklar yê parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bê çêkirin. Ev demek e di serî de xelkê navçeyê, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî nerazîbûnan li dijî  çêkirina wê daristana bi navê Bahçelî nîşan didin.

Îro 15ê Çileya 2022ê beşek ji endam, rêveber û alîgirên  Partiya DEVA yên Rêxistina Amedê jî li  Pira Dehderî ya dîrokî ya Amedê,  bi daxuyaniyekê nerazîbûn li dijî çêkirina “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî” nîşan dan.

Serokê navçeya Surê yê DEVAyê Sadrettin Tosunlu li ser navê partiya xwe di daxuyaniyê de axivî.

Sadrettin Tosunlu  diyar kir ku dayîna navê  siyasetmedarekê li daristaneke bîranînê ya Amedê,  ku ew siyasetmedar di nav Kurdan û xelkê navçeyê de ne xwedî bîranînên baş e, neheqiyek mezin e û got: “Em weke Rêxistina Amedê ya DEVAyê bi awayek eşkere dibêjin ku em vê helwesta li dijî tevn, dîrok, bîr û bîranîna bajêr qebûl nakin.”

Tosunlu tekez kir ku ti wateyeke erênî ya Devlet Bahçelî  di nav xelkê Amedê û navçeyê de nîne û got: “Dayîna navê siyasetmedarekê bo daristaneke bîranînê ya Amedê,  ku piştgirî daye gelek zilm û binpêkariyên li Amedê tê wateya pevçûna ligel xelkê wê.” 

Sadrettin Tosunlu wiha axivî: “Li yek ji cihên taybet ên bajarê me Çiyayê Kirklar ku li ser wê stran hatine gotin, dayîna navê Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî bo daristaneke, li wir  nayê qebûlkirin. Ji ber ku ti wateyeke erênî ya wî siyasetmedarê ku dixwazin navê wî li daristanê bikin, di serî de di nav xelkê Amedê, navçeyê, bajarên navçeyê û kesên li wan bajaran dijîn de nîne. Ti sedemeke aqilane ya wê yekê nîne, navê siyasetmedarekê li daristaneke bîranînê bê kirin, ku di jiyana xwe ya siyasetê de tenê du caran serdana Amedê kiriye û derbarê Amedê de ti bîranînên wî nînin. Siyasetmedarê ku Kurdan tune dihesibîne û di her derfetê de ji hestên wekhevî û dadweriyê dûr dikeve û ti pêşerojeke wî bo Amedê nîne divê di serî de vê  helwesta xwe biguhere.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst