Hewlêr (Rûdaw) – Hejmareke siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên Kurd bang li malbatên Kurd kir ku ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya Kurdî hilbejêrin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an li dibistanên navendî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê di 3ê Çileyê de dest pê kir û heta 21ê Çileyê berdewam dike.
Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku heya 21ê Çileya 2022an, serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.
Li gor rênmayên Wezareta Perwerdeyê, li her dibistaneke Bakurê Kurdistanê yan yên Tirkiyê eger 10 xwendekar daxwaza waneyên Kurdî bikin, ew ê poleke taybet bi zimanê Kurdî ji bo wan vekin.
Ji bo ku malbat û xwendekar dersên zimanê Kurdî hilbijêrin, bi rêya Rûdawê Parlementerê HDPê yê Colemêrgê Saîr Dede, Parlementerê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan, siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Bayram Ayaz, Hunermend Gulistan Perwer, siyasetmedar û parlamenterê berê yê HDPê Osman Baydemîr, keça dahênerê alfabeya Kurdiya Kurmancî Celadet Alî Bedirxan, Sînem Bedirxan, strambêjin Kurd Rojbîn Kizil û Fehîma û Parlementerê HDPê yê Êlihê Mehmet Ruştî Tiryakî bang li malbatên Kurd kirin ku ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya Kurdî hilbejêrin.
Saît Dede: Derfeta heyî bikar bînin
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Sait Dede di peyma xwe de amaje bi wê yekê kir ku dersa bijartî ya Kurdî ne bes e, divê perwerde bi Kurdî be.
Saît Dede wiha got “Bi rastî dersên Kurdî ne wek hilbijartin, wek maf li her cihî bê dayîn. Lê niha derfet ev tenê ye, li gorî derfetên heyî em dixwazin her kes Kurdî hilbijêrin. Hekena wek bingehîn em dixwazin Kurdî bibe fermî û li her derê bê danîn. Dê tokşîna me jî li ser wê yekê be ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”
Omer Ocalan: Ziman netewa me ye
Parlamenterê HDPê Omer Ocalan diyar kir ku ew nîqaşkirina zimanê Kurdî wek zimanê bijarte qebûl nakin û got “Armanca ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.” Herwiha ocalan bang li gelê Kurd kir ku bila dersîn Kurmancî û Dimilî hilbijêrin.
Omer ocalan bang li gelê Kurd kir ku bila dersîn Kurmancî û Dimilî hilbijêrin û got: “Bangaziya me ligel gelê Kurd ew e ku dayîk û bav ji bo zarokên xwe zimanê Kurdî hilbijêrin. Zimanê Kurdî pêşeroj û netewa me ye. Di nav dersên bijarte de Kurmancî û Kurmanckî heye, dem hûn van dersan ji bo zarokên xwe hilbijêrin netewa me wenda nabe û pêşeroja me dê zêdetir ronî bibe. Em bangewazî dikin û em dê heta 21ê mehê jî ji bo ziman em dê xebata xwe bidomînin.”
Bayram Ayaz: Ziman ji bo xelkekî hebûn û nebûn e
Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Bayram Ayaz di peyam xwe de bal kişand li ser girîngiya ziman û got ku divê malbatên Kurd zarokêm xwe fêrî Kurdî bikin.
Bayram Ayaz got: “Ez weke Kurdikê ji zimanê me yê şîrîn Kurdî hez dikim û êvindar û hizmetkarê zimanê xwe me. Bangê li we dikim zarokên xwe hînî Kurdî bikin. Ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin ku niha wek kampanyayekê berdewam e. Ziman ji bo xelkekî hebûn û nebûn e. Tirk bi zimanê xwe Tirk in. Ereb, Faris, Rus, Ermen, Gurcî, Alman, Fransiz wer hasil her xelk, her milet bi zimanê xwe ew xelk e, ew milet e. Zimanê me jî Kurdî ye û em Kurd in. Eger zimanê me biçe em jî pê re diçin. Ziman hebûn û tunebûna me ye.”
Gulistan Perwer: Qîmetê bidin ziman
Hunermend Gulistan Perwer bang li malbatên Kurd dike û dibêje, “Zimanê me gelek şêrîn û xweş e û ti kêmasiyeke me ji miletên din nîne. Rola mezin dikeve ser milê dayikan. Ez bang li dayikan dikim; zarokên xwe bi reng û zimanê wan perwerde bikin.”
Di peyam xwe de de Gulistan Perwer tekezî li ser girîngiya rola dayikê dike ji bo fêrbûna ziman û dibêje, “Rola mezin dikeve ser milê dayikan.”
Gulistan Perwer bang li malbatan kir û got: Ez bang li dayikan dikim; divê dayikên me zarokên xwe bi rengê wan perwerde bikin, zimanê me gelek şêrîn û xweş e û ti kêmasiyeke me ji yên din nîne. Em fêrî gelek zimanan bûn, lê eger me zimanê xwe yê dayikê baş nizanîbûya, îro em li hemberî we nedibûn. Em hê jî vê xizmetê berdewam dikin. Ez ji dayikên me rica dikim; qîmetê bidin, ziman, çand, muzîk û wêjeya xwe. Ez dizanim dilê we diêşe û kesek ji me perwerde bi zimanê Kurdî nedît. Ev ne sûcê me ye, em dizanin sûcdar kî ne û em dikarin wan bi helwesta xwe rawestînin; em zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin. Silav û rêzên min ji bo hemû dayikan.”
Osman Baydemîr: Divê em gavekê bavêjin
Siyasetmedar û parlamenterê berê yê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr jî xwest bi rêya Rûdawê peyama xwe bigihêjine dayîk û bavên Kurd ji bo ji zarokên xwe re dersa Kurdî hilbijêrin.
Osman Baydemîr diyar kir ku ew taybetî banga dayîkên Kurdî dike û got: “Ez baş dizanim ku serê sedsaliyê taveke mezin, serencameke mezin, kedeke mezin û bi taybetî jî bi zehmetkêşiya dayîka heya îro hatiye. Ev tav û bedel berî her tiştî ji bo parastina ziman û nasnameyê bû. Mixabin îro li Bakurê Kurdistanê ziman di bin zext û asimlasyoneke mezin de ye. Herwiha hikûmeta Tirkiyê dixwaze bibêje ku Kurd li zimanê xwe xwedî dernakeve. Banga min ew e ku dayîkên me ji bo zarokên xwe yên diçine dibistanê dersa Kurdî hilbijêrin. Ez dizanim hefteyê du saet têrê nake, lê divê em gavekê bavêjin da ku em lîstoka wan vale derbixînin û nekarin bibêjin Kurd li zimanê xwe xwedî dernakevin.”
Sînem Bedirxan: Nasnameya me zimanê me ye
Kesayeta naskirî û keça dahênerê alfabeya Kurdiya Kurmancî Celadet Alî Bedirxan, Sînem Bedirxan jî bi rêya Rûdawê peyama xwe digihêjine malbatên Kurd ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û daxwazê ji wan dike ku navê zarokên xwe di dersa zimanê Kurdî de tomar bikin.
Sînem Bedirxan jî bal kişand li ser girîngiya dersa Kurdî ji bo malbatên Kurd û got: “Bi rastî ev yek gelek girîng e, ji ber ku nasnameya me zimanê me ye. Ez ji bo mirovên me yên li Bakurê Kurdistanê dibêjim, ji kerema xwe dest ji zimanê Tirkî berdin û hînî zimanê xwe bibin, çimkî ev nasnameya me ye. Çawa dizanin em Kurd in, çimkî em bi zimanê xwe diaxivin. Herwiha ji bo tişteke gelek xweş e ku êdî gelê me êdî dest bi zimanê xwe kiriye û qedrê zimanê xwe zanî. Zimanê me ji zimanê Tirkî kevintir e.”
Ruştî Tiryakî: Lazim e zarokên Kurd bi Kurdî perwerde bibin
Parlamenterê HDPê yê Êlihê Mehmet Ruştî Tiryakî jî bi rêya Rûdawê ji bo dersa zimanê Kurdî bang li malbatan kir.
Êlihê Mehmet Ruştî Tiryakî jî dibêje “Em ji berê ve tiştek diparêzin, em dibêjin lazim e dersên zimanê Kurdî ne dersa hilbijartî be, bi dersên zikmakî lazime zarokên Kurd perwerde bibînin. Ji roja ku HDP avabûye heya îro HDPê vî parastiye. Lê eger makezagon neguhere jî, dikarin bi Kurdî perwerde bidin. Lê eger bibêjin makezagon biguhere, heya makezagon tê guhertin lazim e zarokên gelê Kurd dersên zimanê Kurdî hilbijêrin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse