Li Wanê barhilgir ji rê derket û ket nav malekê

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber rê qeşa girtibû barhilgirek ji rê derket û li diwarê xaniyekî da ku tê de 11 kes dijîn.

Li beşeke zêde ya parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi taybet jî bajarên Herêma Serhedê ev çend roj in berfeke zêde dibare û pileya germê daketiye bin sifirê û ev jî bandorê li jiyana welatiyan dike.

Li gor agahiyan şeva borî li taxa Çelebibagi ser bi navçeya Erdîşê di demjimêrên êvarî de ji ber qeşayê barhilgirek ji rê derket û li dîwarê xaniyê welatiyekî da û beşek ji barhilgirê ket nav xanî. Di dema bûyerê de şofêrê barhilgirê birîndar bû lê ji ber 11 endamên malbatê li odeyên cûda diman zerareke canî çênebû.

Li gor agahiyan tîmên cenderme, agirvemirandin û tendirûstiyê hatine cihê bûyerê û şofêrê barhilgirê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê hatiye veguhestin.