Banga parlamenterên HDPê bo xwendekaran: Dersên Kurdî hilbijêrin

15-01-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan HDP Dersa Kurdî Saît Dede Mehmet Ruştu Tîryakî Dersa Bijarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Sait Dede û yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî diyarkirin her çiqas “têr neke jî” mafek e û bang li malbat û xwendekarên Kurd kirin ku Kurdî hilbijêrin.

Proseya tomarkirina navê zarokan ji bo dersên bijarte li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam e. Pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an li dibistanên amadeyî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê di 3ê Çileyê de dest pê kir û heta 21ê Çileyê berdewam dike. Ji xwendekaran û malbatên wan tê xwestin ku heya 21ê Çileya 2022an, rêveberên dibistanan ji dersên xwe yên ku bijartine agahdar bikin.

Li gor rêziknameya wezaretê, xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an ji 3 heta 21ê Çile dikarin serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

Ji bo ku malbat û xwendekar dersên zimanê Kurdî hilbijêrin ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya tên lidarxistin.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saît Dede û Mehmet Ruştu Tiryakî jî bi rêya Rûdawê ji bo dersa zimanê Kurdî bang li malbatan kirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Sait Dede wiha got “Bi rastî dersên Kurdî ne wek hilbijartin, wek maf li her cihî bê dayîn. Lê niha derfet ev tenê ye, li gorî derfetên heyî em dixwazin her kes Kurdî hilbijêrin. Hekena wek bingehîn em dixwazin Kurdî bibe fermî û li her derê bê danîn. Dê tokşîna me jî li ser wê yekê be ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Êlihê Rûştû Tiryakî jî dibêje “Em ji berê ve tiştek diparêzin, em dibêjin lazim e dersên zimanê Kurdî ne dersa hilbijartî be, bi dersên zikmakî lazime zarokên Kurd perwerde bibînin. Ji roja ku HDP avabûye heya îro HDPê vî parastiye. Lê eger makezagon neguhere jî, dikarin bi Kurdî perwerde bidin. Lê eger bibêjin makezagon biguhere, heya makezagon tê guhertin lazim e zarokên gelê Kurd dersên zimanê Kurdî hilbijêrin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst