Fahrettîn Koca spasiya Hevserokên HDPê kir

15-01-2021
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca Hevserokên HDPê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê têkildarî wergirtina vaksîna Coronayê û helwesta wan spasiyên xwe pêşkêşî Hevserokên HDPê kir.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar îro daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û aşkere kirin ku Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca daxwazname pêşkêşî wan kiriye ku vaksîna Coronayê werbigirin, lê ew dê wek her hemwelatiyekî/ê asayî li benda dora xwe bin.

Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca jî li hejmara xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kir û ji ber helwesta wan spasiyên xwe pêşkêşî Hevserokên HDPê kir.

Fahrettîn Koca ku ji bo wergirtina vaksîna Coronayê bi fermî bang li serokên partiyên siyasî kiribû, amaje bi wê kir ku wî peywendiyeke telefonî li gel Hevserokê HDPê Mîthat Sancar encam daye bo ku “ji bo wergirtina vaksînê bibin mînak.”

Di heman daxuyaniya xwe de Koca behsa daxuyaniya Hevserokên HDPê dike û dibêje, bi daxuyaniya ku belav kirine ew dixwazin “li benda dora xwe bimînin û bibin mînak. Sipas ji bo piştgiriya wan. Di rûbirûbûna dijî Coronayê de em dê bi hev re serbikevin.”

Ev di demekê de ye ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya vaksînkirinê destpê kiriye û li gor bernameya hatiye danîn, destpêkê dê karmendên tendirustiyê vaksînê werbigirin.

Herwiha duh, 14.01.2021, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Nexweşxaneya Bajêr a Enqerê vaksîna Coronayê wergirtibû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta niha 2 milyon û 364 hezar û 801 kes bi Coronayê ketine, 23 hezar û 495 kesan bi wê vîrusê canê xwe ji dest dane û herwiha 2 milyon û 236 hezar û 938 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst