Rêveberiya Xweser dest bi rakêşana avê ji çemê Firatê kir

15-01-2021
RÛDAW
Nîşan Rojava Rêveberiya Xweser Çemê Firatê Heseke Wêstgeha Elok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, weke alternatîv ji bo ava wêstgeha Elok , wan dest bi rakêşana avê ji çemê Feratê kiriye.

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê Teleet Yûnis ragihand, “ji ber kontrolkirina wêstgeha avê ya Elok ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve û qutkirina avê ji aliyê wan ve li ser milyonek kes ji xelkê Heseke, Tiltemir û gundên derdora wan, Rêveberatiya Xweser hizir li alternatîvê kir, lewma me dest bi projeya rakêşana avê ji çemê Firatê bo Hesekê kir.”

Teleet Yûnis got: “Çend qonaxên projeyê hene weke nûjenkirina wêstgehên 47 û Elwe û nûjenkirina torên avê, herwiha ji bilî dabînkirina avê, dê elektrîkê jî li wêstgehan bê berhemanîn.”

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê herwiha behsa wê yekê jî kir, ku “proje dê 20% ji pêwîstiya ava Hesekê peyda bike û têçûya projeyê jî milyonek heya milyonek û 500 hezar dolar e.”

Bi gotina Teleet Yûnis, tê çaverêkirina proje di dawiya meha Adarê de temam bibe.

Teleet Yûnis amaje bi wê yekê jî kir, bi cîbicîkirina wê projeyê dê ava vexwarinê ji tevahiya niştecihên gundewarên bakurê Dêrezorê û Hesekê re bê dabînkirin.

Wî rayedarê Rêveberiya Xweser sedema destpêkirina projeya rakêşana avê ji rûbarê Firatê bo wê yekê vegerand ku wêstgeha Elok li navçeya Serê Kaniyê ku ava Heseke, Til Temir û gundewarên derdora wê dabîn dike, niha di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ye û ew jî berdewam wê wêstgehê weke karteke fişarê li dijî Rêveberiya Xweser û xelkê herêmê bi kar tînin û avê li ser navçeyên di jêr kontrola rêveberiyê de digirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst