Rêveberiya Xweser hewl dide pirsgirêka giranbûna buhayê ard û nan çareser bike

15-01-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê giranbûna buhayê nan û ard bûye pirsgirêkek mezin ji xelkê re û Rêveberiya Xweser jî dibêje, ew hewl didin alîkariya aşan bikin, daku pirsgirêkê çareser bikin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, Selman Barûdo derbarê pirsgirêka ard û nan û girtina beşek ji firnan ji Rûdawê re ragihand, xwediyên firanan daxwaz dikin ku buhayê nan hinekê bê zêdekirin, ji ber ku ew ard û kelûpelên din bi nirxekî buha dikirin.

Selman Barûdo got, ku xwediyê firnan gazinan ji nirxê ard dikin ku niha kîsekî ard bi 40 hezar lîreyê Sûrî dikirin.

Barûdo herweha aşkere kir, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, ew hewl didin alîkariyan aşan bikin û genim bidin wan, da ku ard bi nirxekî erzantir bi xwediyê firinan bê firotin û buhayê nan jî erzan bibe.

Li Rojavayê Kurdistanê ku weke embara dexlûdanê Sûriyê tê naskirin û ji sedî 60ê berhemên çandiniyê yên Sûriyê li wê herêmê tê berhemanîn, di wan çend salên dawiyê de pirsgirêka giranbûna nan û herwiha pirsgirêka xirabiya kalîteya nan hebûye.

Tevî ku Rêveberiya Xweser di wan salên dawiyê de, hewl daye bi kirîna genim ji cotkaran û dabeşkirina genim bi nirxekî erzan li ser aşan û herwiha çavdêrîkirina firinan, nehêle buhayê nan giran bibe, lê ew hewldan têrê nekirine û buhayê ard û nan çend caran buha bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst