Şûngirê Sulêymanî, Îsmaîl Qaanî bo serdana Iraqê amadekariyan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmî du hefteyan di ser kuştina Fermandarê Feyleqa Quds a Supaya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî ‎re derbas bûne, niha îdîayek heye ku Îsmaîl Qaanî kesê li şûna Suleymanî hatiye danîn, amadekariyê bo ‎serdana Iraqê dike.‎

Serokê Navenda Hedef a Lêkolînan, Haşim Kîndî ragihandiye: “Îro hevahengî di navbera hinek hêzên Iraqî de heye ku baweriya wan bi bijardeya derketina ‎Amerîkayê ji Iraqê heye. Herwiha ew hêz di wê baweriyê de ne ku eger hat û bijardeya siyasî biser ‎neket û Amerîka jî pêdagiriyê li ser mana li Iraqê bike, wê demê hilbijartina bijardeya berxwedanê ‎bijardeyeke yasayî ye di çarçoveya yasaya navdewletî de. Ew hêz niha bo qonaxa piştî redkirina ‎derketina Amerîkayê ji Iraqê hevahengiyê dikin.”

Kuştina Suleymanî aliyê siyasî yê Îranê teşwîq kir ku pirsa derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraq û rojavayê ‎Asyayê bi fermî rabighînin wek bersiveke demdirêj bo kuştina Suleymanî.‎

Pisporê Warê Stratejîk, Adil Mane jî derbarê dengoya serdana General Qaanî bo Iraqê û hewldanên ji bo derxistina hêzên Amerîkayê li Iraqê dibêje: “Bi zimanê berxwedanê dibêjin û ev dijminkarî zelal e, eger hat û hikûmeta Iraqê nikarî hêzên ‎Amerîkî derxîne, wê demê berxwedan dibe bersiv. Civîn li aliyekî bo gotûbêjkirina mijarê û ji aliyekî ‎din ve helwêsta xwe bo qonaxa siberojê zelal bikin, wate ew qonaxa ku êdî derdikeve hikûmet ji ber ‎wê guşara navdewletî, herêmî û navxweyî, nikare wan hêzên derbixe, wate wê dema ku îradeya ‎hikûmetê bo derxistina hêzan dişike, wê demê eniya berxwedanê amade ye.”‎

Piştî çend civînên li bajarê Qomê, ku navenda Hawizeya Olî ya Îranê ye, ligel hejmarek serkirdeyên grûpên Şîe yên ‎Iraqê, Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir banga xwepêşandana milyonî kiriye bo derxistina hêzên ‎Amerîkayê ji Iraqê.‎

Roja bihorî di peyamekê de li twîttera xwe, Sedir ragihand, esman, ax û serweriya Iraqê ji aliyê hêzên dagîrker ve tê binpêkirin û ji ber wê yekê daxwaza xwepêşandaneke yekgirtî û aştiyane û milyonî ya xelkê Iraqê, ji bo protestokirina hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê kir.