ŞINGAL - Fermandarê YBŞê Zerdeşt Şingalî di bombebaranekê de hat kuştin

15-01-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Fermandarê Giştî yê YBŞê Zerdeşt Şingalî
Fermandarê Giştî yê YBŞê Zerdeşt Şingalî
Nîşan Kudistan Şingal YBŞ Zerdeşt Şingalî
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Balafirên şer ên Tirkiyê îro Çarşemê Komelgeha Dûgirê ya li sînorê qezaya Şingalê bombebaran kirin. Şaneya Ragihandina Ewlehî ya Iraqê jî dibêje, di bombebaranê de 5 kes hatine kuştin, peyamnêrê Rûdawê yê li Şingalê jî ragihand, “tê gotin di bombebarana îro de Fermandarê Giştî yê YBŞê Zerdeşt Şingalî hatiye kuştin.”

Peyamnêrê Rûdawê yê li Şingalê, Tehsîn Qasim ragihand, balafirên Tirkiyê îro derdora saet 10:00ê danê sibê Komelgeha Dûgirê li Nahiyeya Sinûnê bombaran kirin.

Derbarê zirarên êrîşê de, peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, “balafirên Tirkiyê otomobîleke YBŞê kirine armanc û otomobîl bi temamî şewitiye, lê belê heta niha hejmara kuştî û birîndaran nayê zanîn.”

Peyamnêrê Rûdawê herwiha diyar kir, “tê gotin di bombebarana îro de Fermandarê Giştî yê YBŞê Zerdeşt Şingalî hatiye kuştin.”

Şaneya Ragihandina Ewlehî ya Iraqê têkildarî êrîşê daxuyaniyek belav kir û ragihand, otomobîleke YBŞ li sînorê bakurê Neynewayê hatiye bombarankirin û di encamê de 5 endamên YBŞê hatine kuştin.

Di vê daxuyaniyê de tê gotin, ku heta niha ew nizanin ku ew otomobîla YBŞê ji aliyê kê ve hatiye bombarankirin.

Yekîneyên Berxwedana Şingalê hêzeke nêzîkî PKKê ye ku piştî êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê li wê navçeyê hat avakirin.

Ev yekemîn car e ku di sala 2020an de balafirên Tirkiyê sînorê qezaya Şingalê bombebaran dikin.

Di maweya sala 2019an de çendîn caran sînorê qezaya Şingalê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin.

Di 19ê Cotmeha 2019an de nahiyeya Xanesorê li Şengalê hatibû bombebarakirin. Roja 19'ê Mijdarê jî bi balafirên şer ên bê pîlot bajarokê Xanesorê hatibû bombebarankirin û di encamê de şervanekî Yekîneyên Berxwedana Şingalê hatibû kuştin û 4 şervanên YBŞê jî birîndar bûbûn.

Balafirên şer ên Tirkiyê di 4 û 5ê Mijdara 2019 de jî bajarokê Xanesorê û devera Barê ya Şingalê bombebaran kiribûn. Di bombardûmana 4ê Mijdarê de li Xanesorê 3 şervanên YBŞê birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst