VÎDEO - Ew xortên Kurd di nav ava qeşagirtî de melevaniyê dikin

15-01-2020
Bextiyar Qadir
Hejmarek xortên Kurd di nava ava qeşagirtî ya Gola Fêlawê de li lûtkeya çiya melevaniyê dikin.
Hejmarek xortên Kurd di nava ava qeşagirtî ya Gola Fêlawê de li lûtkeya çiya melevaniyê dikin.
Nîşan Herêma Kurdistanê Çoman Gola Fêlaw Melevanî
A+ A-

Çoman (Rûdaw) - Li deverên çiyayî yên qezaya Çomanê ku pileyên hewayê li bin sifrê ne û hewa gelek sar e û av qerisî ye û rûyê erdê û golên avê qeşa girtine, hejmarek xortên Kurd qeşayê dişkînin û di nav ava qeşagirtî de melevaniyê de dikin.

Li qezaya Çomanê ya Başûrê Kurdistanê ku navçeyeke çiyayî ye û bi hawînan jî hewayê deverên wê yên çiyayî sar e, hejmarek golên biçûk li lûtkeya çiyayan hene ku bûne cihên geştyariyê yên xwezayî û salane gelek kes di hemû werzên salên de serdana wan dikin, golên Fêlaw û Bêkoyan du ji wan golan in.

Di demsala zivistana îsal de ku ji ber sarbûna hewayê û daketina pileyên germiya hewayê bo jêr sifrê, rûyên herdu golên Fêlaw û Bêkoyan qeşa girtî ye, lê belê hejmarek xortên werzişvan ên Kurd di vê hewaya sar de diçin ser lûtkeya çiya, ji bo ku karekî ciyawaz bikin.

Ew xortên Kurd dixwazin di nav vê hewayê sar ê zivistanî û ava qeşagirtî de melevaniyê bikin û ji bo wê yekê jî destpêkê qeşaya li ser rûyê golên avê dişkînin.

Helgurd Çomanî yek ji wan xortên werzişvan e, ew ji Rûdawê re dibêje: “Ev kar li Kurdistanê tiştekî nû ye û em dikarin di nava qeşayê û ava sar de xwe li ber sermayê bigirin.”

Ew xort demek e ku li navçeyên sar wî karî dikin, lemwa laşê wan fêrî hewayê sar û melevaniya di nava ava qeşagirtî de bûye. Xort wî karê xwe wek werzişeke serkêşî dibînin û bêtir li wan welatan jî tê kirin, ku pileya germiyê li wan deran nizim e û dadikeve bin sifrê.

Hîwa Cerdîs xortekî din e ku di nava ava qeşagirtî de melevaniyê dike û dibêje: “Min pirs kiriye, ji bo ewên ku qelew in û bixwazin wezna xwe kêm bikin, ev corê werzişê baş e û bandora wê heye, lewma ez mehane sê heya çar caran li vir melevaniyê dikim.”

Stûriya qeşaya ser gola Fêlawê nêzîkî 10 cm dibe û bi qasekî bihêze ku dikare xwe li ber werzişa xweşemitandina ser berfê bigire.

Ramyar Ehmed, werzişvanê xweşemitandina ser berfê ye û ji Rûdawê re dibêje: “Li Kurdistanê tenê li Çomanê ev werziş tê kirin, eger rêxistin ji vê werzişê re were kirin, ev yek misoger e ku dê gelek bînerên wê hebin, û dê ji bo geştyariyê jî bibe bingehek.”

Salane li wê devera Başûrê Kurdistanê, li ser asta Iraqê û Herêma Kurdistanê rêjeya herî zêde ya berfê lê dibare û bi şevan pileya hewayê heya asta 12 pileyên li jêr sifrê dadikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst