Mesrûr Barzanî bo Le Diran: Fransa di hemû qonaxan de piştevanê Kurdistanê bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li gel Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian civiya û ragihand, Fransa di hemû qonaxan de hevkar û piştevanekê mezin bo xebata gelê Kurdistanê bûye.

 

Îro Sêşambî 15ê Çileya 2019,  Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêra paytext pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian û şanda pê re kir.

 

Li gor daxuyaniya piştî civînê, di civînê de Mesrûr Barzanî spasiya gel û hikûmeta Fransayê û hewlên serok Emmaneul Macron ên ji bo piştevanî û alîkariya Herêma Kurdistanê kir û ragihand, Fransa di hemû qonaxan de hevkar û piştevanekê mezin ê xebata gelê Kurdistanê bûye.

 

Di civînê de, herdu aliyan behsa rewşa dawî ya Iraqê, Kurdistanê û Rojhilat Navîn jî kirin. Herwiha Mesrûr Barzanî û Le Diran di vê civînê de behsa xurtkirina pêwendiyên dostane û dîrokî yên navbera gelên Fransa û Kurdistanê jî kirin.

 

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê têkildarî proseya siaysiya Iraqê behsa pêşveçûnên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir û amaje bi wê yekê jî kir, ku “bi berçavgirtina Destûra Iraqê hewl bo nehîştina kêşeyan tê dayîn.”

 

Li gor daxuyaniyê, di vê hevdîtinê de herwiha rewşa Sûriyê û çawaniya parastina mafên gelên Sûriyê jî hatin gotûbêjkirin û têkildarî eger û şertûmercên rewşa Sûriyê tekezî lis er giringiya aramkirina aloziyan û çareseriya siyasî ya pirsgirêkên wî welatî hate kirin, bi awaykê ku îrade û mafê hemû pêkhateyan li xwe bigre.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin: “Wezîrê Derve yê Frasna hêviya serkevtinê ji Mesrûr Barzanî re, di serokatîkirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, xwestiye û behsa şêwaza berfirehkirina pêwendiyên navbera herdu aliyan kiriye û gotiye, pêwendiyên navbera welatê wî û Herêma Kurdistanê, dîrokî û giring in.”

 

Wezîrê Derve yê Fransa kêfxweşiya xwe jî li hember qonaxa nû ya pêwendiyên navbnera Hewlêr û Bexdayê aniye ziman û destnîşan kiriye, ku “welatê wî li ser piştevanî û hevkariya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge berdewam dibe.”

 

Di civînê de herwiha Balyozê Fransa li Iraqê û konsûlê wî welatî yê li Hewlêrê û komek dîplomatên Fransî jî beşdar bûn.

 

Wezîrê Derve yê Fransa pêştir, bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serok Barzanî re hevdîtin kiribû.

 

Le Drian duh êvarê ji Bexdayê gihîştibû Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.