Emîd Yehya Resûl: Ji bo Kerkûkê pêwîstî bi şandina hêzeke din nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê operasyona hevbeş ya Iraqê ragihand ku rewşa parêzgeha Kerkûkê li jêr kontrola hêzên emnî de ye, û pêwîstî bi şandina hêzeke din nîne.

 

Derbarê rewşa bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê de Fermadnariya operasyonên hevbeş Emîd Yehya Resûl ragihand, ku ew agahdar in çi li Kerkûkê û deverê wê diqewime.


Emîd Yehya Resûl tekez kir ku “hêzên emnî” gelek operasyonan di warê lêgerîn û pişkinînê pêk tînin, bi taybet li devera Hewîca û navçeyên ku girêdaye rêveberiya Kerkûkê.


Li gorî daxuyaniya Berdevkê Fermadnariya operasyonên hevbeş, ku gelek tewanbar heta niha hatine girtin, û lêkolîn li gel wan berdewam e.


16ê cotmeha 2017ê çekdarên Heşda Şeibî û hêzên iraqî bi piştevaniya Supaya Pasdaran a îranî bi çekên giran êrişî Kerkûkê kirin û bajêr kontrol kiribûn û ji wê demê heta niha gelek agahî têne bihîstin ku ji aliyê hêzên ser bi Iraqê ve mafên mirovî yên welatiyên bi taybetî jî yên Kurd binpê dikin.