Galeriya wêneyan

15-01-2018
14 Photos
Sertîp Osman

Derbendîxan (Rûdaw) – Li nav qezaya Derbendîxanê hejmarek kon û xêvet ji tirsa erdheja du meh berî niha ji aliyê hevwelatiyan ve hatine vedan.

 

Konên vedayî him di nava parkan de û him jî di nava kolanan de hatine danîn. Beşek ji rûniştvanên Derbendîxanê ji ber tirsa dubarebûna erdhejeke din nevêrin ku şevan di malên xwe de bimînin û ji ber wê kon vedane.

Şeva 12-11-2017an erdhejek mezin bi pileya 6.2 Rîxter Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hejandibû, ku li aliyê Başûrê Kurdistanê herî zêde zirar gihandibû navçeya Derbendîxanê.

Di encama wê erdhejê de 8 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdetirî 300 kesan jî birîndar bibûn.

Di 16-12-2017an de Tora Medyayî ya Rûdawê bi beşdariya sermayedar û bazirganên Kurdistanê, kempîneke mezin bo komkirina alîkariyan ji bo zirardîtiyên erdheja Derbendîxanê dabû destpêkirin û piştî kkomkirina alîkariyan, bi rêya tîmeke taybet ve ew alîkarî li ser xelkê deverê parve kir.