61 salî ye lê mîna ciwaneke 18 salî kaşûnê dike

15-01-2017
RÛDAW
Nîşan Çewlig Heserek Xilastin
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Sidîq Cantîmur ê 61 salî, di jiyana xwe de cara yekem e ku kaşûnê dike, bi performansa xwe bala her kesî kişand.

 

Navenda Kaşûnê ya Heserekê 35 kîlometre dûrê navenda Çewlîgê ye. Di dawiya hefteyan de gelek kaşûnhez têne vê derê û tama xwe xilisînê derdixin. Sidîq Cantîmur jî xwestiye kêfa kaşûnê bijî.

 

Cantîmur dibêje, wan di zarokatiya xwe de li ser textikan xwe dixijikandin û lê cara yekem e ku bi amûrên kaşûnê kêfa kaşûnê dijî.

 

 

 

 

Her wiha Cantîmur destnîşan kir, ku di navbera textik û amûrên kaşûnê de cudahiyek mezin heye û got: "Ji bo ku mirov vê werzîşê bike, divê ezmûna mirov hebe, yan na dibe ku mirov qop bibe. Ez di vî temenê xwe de destê xwe bavêjim çi, ez dikarim bikim."

 

Sidîq Cantîmur tevî ku gihîştiye temenê xwe yê kalbûnê, bi performansa xwe bala gelek kesan dikişe.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst