Polîsê Îranê xelkê teşwîq dike çekên neyasayî radest bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Îranê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê projeyek ji bo handana xelkê ku çekên neyasayî radestî polîs bikin, birêve dibe.

 

Serokê Polîsê Agahî yê Îranê Mihemed Riza Muqîmî ragihand ku li parêzgehên rojavayê Îranê ku parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî li xwe digre, projeyek dest pê kiriye ji bo ku xelk çekên xwe radest bike.

 

Bi gotina Mihemed Riza Muqîmî, ew kesên ku heya niha çekên neyasayî li cem xwe ragirtine, dê werin teşwîqkirin ku çekên xwe radestî polîsan bikin û li hemberî vê yekê lêpirsîn li gel wan nayê kirin.

 

Li gorî gotina wî fermandeyê polîsê Îranê, di destûra Îranê de ragirtin û bazirganîkirina bi çekan qedexe ye, lê bi sedema ku li hinek welatên hevsînorên Îranê nearamî heye, bi asanî çek bi dest dikevin û ji bo nava îranê têne veguhestin.