Ciwanên kurd bi amînasyonan torên civakî hejand

Derbendîxan (Rûdaw) – Sê ciwanên ji navçeya Derbendîxana Silêmaniyê, bi çêkirina çend karên anîmasyonî di torên civakî de rastê eleqeyeke mezin hatin.

 

Ciwanên kurd, mijar û diyalogên jiyana rojane yên civaka kurdî li Başûrê Kurdistanê bi anîmasyonan pêşan didin. Lê dengê sereke yê anîmasyonê şibandine dengê pêşkeşkarê navdar ê lîstokên werzîşê yê ereb Reûf Xileyf.

 

Karakterê dengan Peywend Sidîq ji Rûdawê re got; “Ev du meh in em bi van karan ve mijûl in. Ems ê kes in û ji destpêkê ve em her sê heval xwediyê vê hizrê ne. Paşî me pêşxist. Birastî me nedizanî dê ev qas deng vede.”

 

 

 

 

 

Peywend Sidîq diyar kir, ku heta niha sê anîmasyonên kurta made kirine û ew plan dikin di pêşerojê de karên bi kalîteyeke baştir bikin.

 

Di dema derbazbûyî de hemû vîdeoyên van ciwanan di navnîşana Rûdaw Sport de hatine parvekirin û bi sedan hezar caran hatine ecibandin.