Rojhilat – Girtiyê siyasî yê kurd Seîd Şêrzad piştî 39 rojan gireva xwe şikand

15-01-2017
Nîşan Girtiyê siyasî Kurd Seîd Şêrzad Gireva Birçîbûnê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Girtiyê siyasî yê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Seîd Şêrzad piştî 39 rojan gireva birçîbûnê li zîndana Recayî Şehr a bajarê Kerecê, piştî sozê berpirsên îranê, dawî bi gireva xwe anî.

 

Girtiyê siyasî yê kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Seîd Şêrzad, 39 roj bû ku ji ber bêrêzîkirina karmend û berpirsên zîndana Recayî Şehr a Kerecê ketibû gireva birçîbûnê.

 

Çavlaniyên mafên mirov ên ji Rojhilatê Kurdistanê ragihandin, piştî ku nûnerê serdozgerê giştî yê Kerecê serdana zîndana Recayî Şehr a Kerecê kir û li gel girtiyê siyasî yê kurd Seîd Şêrzad civiya, soza wê yekê ku cardin bêrêzî bi malbatên girtiyên siyasî neyê kirin û herwiha dawî bi lêdana girtiyên siyasî ji aliyê karmendên zîndanê ve were sekinandin, Seîd Şêrzad razî bûye ku dawî bi gireva xwe ya birçîbûnê anî.

 

Çavkaniyên mafên mirov derbarê rewşa tendirustiya wî girtiyê siyasî yê kurd de jî ragihandine, ku zexta (fişara) xwîna Seîd Şêrzad heta 5 pileyan nizim bûye û gedeya (meideya) wî birîndar bûye û ji ber ku demek dirêj di gireva birçîbûnê de bûye, wezana wî jî bi şêweyekê berçav kêm bûye.

 

Li gorî heman çavkaniyan, piştî şikandine girevê ji aliyê Şêrzad ve, niha hewl tên dayîn ku rewşa tendirustiya wî baştir bibe.

 

Seîd Şêrzad 39 roj berî niha di nameyekê de ragihandibû, ku bi sedema bêrêziya berdewam a fermanberên zîndanan li hember malabtên girtiyan, wernegritina nameya kesên di girevan de ji aliyê rêvebirên zîndanan, girtina malbatên zîndnaiyên siyasî di jûrên çavpêketina malbatan ên li nav zîndanan de, rêgirtin ji şandina girtiyên nexweş bo nexweşxaneyê û çend mijarên din, li zîndana Recayî Şehr a Kerecê dest bi girevê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst