Galeriya wêneyan

15-01-2017
16 Photos
Sertîp Osman

Silêmanî (Rûdaw) –

 

Çayxaneya Melkendî yan çayxaneya Hesen Zîrek li bajarê Silêmaniyê ku navê hunermendê stranbêj ê navdar ê ji Rojhilatê Kurdistanê lê hatiye kirin, bi stran û mûzîkên klasîk ên kurdî û wêneyên hunermend Hesen Zîrek, hejmarek zêde ya xelkê dora hev kom dike.

 

Dema ku mirov diçe nav çayxaneya Hesen Zîrek a li Silêmaniyê, mirov li dîwarên her çar aliyê xwe bi dehan wêneyên hunermendê navdarê kurd, Hesen Zîrek dibîne.

 

Ji ber hejmara zêde ya wêneyan. ew çayxane weke pêşangehek an jî muzeyekê tê ber çavê her kesê ku bo vexwarina çayekê serdana wê çayxaneyê dike.

 

Bi dirêjahiya dema karkirina çayxaneyê, dengê stranên hunermend Hesen Zîrek li wê çayxaneyê tê bihîstin û dengê wî hunermendê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê têkel bi dengê çaypez û îstikan û nalbekiyan dibe.

 

Çayxaneya Melkendî dikeve nîveka bazara Silêmaniyê  û di sala 1996an de ji aliyê westa Selah çayçî ve hatiye vekirin.

 

Salane di bîranîna koça dawîn a Hesen Zîrek de, li cê çayxaneyê merasîmek bîranînê ji bo wî hunermendê kurd tê birêvebirin û stran û mûzîkên kurdî tên pêşkêşkirin.