Kobanî: Pêşmerge şahî û dîlanê dikin

15-01-2015
RÛDAW
Pêşmerge-Kobanî
Pêşmerge-Kobanî
A+ A-

Kobanî (Rûdaw) – Pêşmergeyên ku niha li Kobanî di şerê DAIŞê de alîkariya YPGê dikin, piştî ku zanîn yekîneyeke nû dê ji Başûr dewsa wan bigire, bi govend û dîlanê kêfxweşiya xwe nîşan dan.

Yekîneyeke nû ya Pêşmerge îro ber bi Kobanî ve bi rê ket. Ew yekîne han dê dewsa wê yekîneya Pêşmerge bigire ku ev 42 roj in li Kobanî piştevaniya YPGê dikin.

Hinek pêşmergeyên ku niha li Kobanî ne, vîdyoyeke xwe ji Rûdawê re şandine ku tê de komek pêşmerge bi govend û dîlanê kêfxweşiya ji bo çûyîna yekîne nû nîşan didin her wiha kêfxweş in ku piştevaniya wan bo şervanên YPGê bandora xwe hebûye.

Pêşmergeyê bi navê Ferîdûn Şiwanî ragihand, ew kêfxweş in ku karîne alîkariya şervanên kurd bikin û pê serbilind in.

Wî pêşmergeyî da zanîn, eger yekîneya nû ya Pêşmerge îro derbasî Kobanî bibe ew jî dê sibê vegerin Başûr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst