Îsraîl li Sûriyeyê û Tirkiye jî li Rojava çekên rejîmê îmha dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîl li Sûriyeyê û Tirkiye jî li Rojavayê Kurdistanê çekên rejîma berê ya Sûriyeyê îmha dikin.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.
Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir.
Îsraîl ji bo ku çekên rejîma Beşar Esed nekevin destê grûpên çekdar ên li Sûriyeyê rojane gelek balafirgeh, cebilxane, baregeh, navendên leşkerî bombebaran dike.
Li aliyê din, Tirkiye jî ji bo ku çekên rejîmê nekevin destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) navendên çek û cebilxaneyan, tank û wesayîtên zirxî yên li rojavayê Kurdistanê bombebaran dike.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Tirkiyeyê bi dronan li gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê heta niha 150 wesayîtên giran ên zirxî îmha kirine.
SOHRê da zanîn ku di nav amûr û wesayîtên ku hatine îmhakirin de tank, BMP, makîneyên zirxî, roketavêj û top hene.
Beriya çend rojan jî MÎTa Tirkiyeyê çebilxaneya rejîma berê ya li Balafirgeha Qamişloyê bombebaran kiribû.
Li gorî SOHRê armanca Tirkiyê ew e ku çekên rêjîma berê yên li Rojavayê Kurdistanê tune bike da ku di paşerojê de ji aliyê HSDyê ve neyên bikaranîn û bikaranîna wan bên astengkirin.