Balyozxaneya Şamê ya Tirkiyeyê dest bi karê xwe dike

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 12 salan îro careke din Balyozxaneya Şamê ya Tirkiyeyê Sûriyeyê bi awayî fermî dest bi karê xwe dike.

Bi biryara Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, roja pêncşema derbasbûyî, Balyozê Nuakşotayê yê Tirkiyeyê Burhan Koroglu wekî karbirêveberê demkî li Balyozxaneya Enqerê ya li Şamê hatibû erkdarkirin.

Şeva borî jî Fîdan di bernameyeke televîzyonî de ragihand ku ew dê roja şemiyê balyozxaneya wan a Şamê piştî 12 salan bê vekirin û hemû karmendên wê dest bi karê xwe bikin.

Divê wer gotin ku piştî derketina krîza Sûriyeyê, sala 2011an Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Şamê demekê karê xwe berdewam kiribû lê 26ê Adara 2012an hatibû girtin.

Piştî biryarê, Tirkiyeyê karmendên balyozxaneya xwe û malbatên wan ji Sûriyeyê derxistibûn lê Konsulxaneya Stenbolê ya Sûriyeyê vekirî mabû.