ENKS: 2500 malbat vegeriyane Efrîne û hinek hatine desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen got, "Nêzikê 2 hezar û 500 malbat vegeriyane Efrînê û hinek ji wan hatine desteserkirin."

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen li ser rewşa Efrîn û vegera koçberên Kurd ên Efrînî ji Rûdawê re axivî.

Ehmed Hesen li ser vegera koçberan got, "Vegera malbatên Kurd a ji bo Efrîn û derdorên wê roj bi roj zêdetir dibe û heta niha nêzikî 2 hezar û 500 malbatî vegeriyane."

Her wiha Ehmed diyar kir ku piştî bûyerên Sûriyeyê welatiyên ku ji Til Rifet û Şehbayê vedigerin vedigerin warê xwe Efrînê, hikûmeta xwecihî û grûpên çekdar ji wan re pirsgirêna derdixin.

"200 mêrî hatine desteserkirin"

Ehmed Hesen wiha pê de çû, "Ji nav wan malbatên ku vegeriyane nêzikî 200 mêrî bi hinceta ku pêştir bi rêveberiya Xweser re kar kirine hatine desteserkirin.

Yên ku hatine desteserkirin hinekî ji wan dişînin dadgehan û li wl derê navbera 500-700 dolarî de cezayê madî li wan tê birîn û piştre tên berdan."

Her wiha Ehmed Hesen da zanîn, hemû ew welatiyên ku hatine desteserkirin ji aliyê hikûmeta xwecihî ve nehatine desteserkirin, hinekî ji wan ji aliyê grûpên çekdar ve hatine desteserkirin.

Li aliyê din, Ehmed Hesen ragihand, her malbat an kesek li herêma Efrînê bê girtin Encûmena Xwecihî ya Efrînê alîkariya wan dike û got:

"Doh li gudê Birçqasê jin û mêrek hatibûn girtin 5 hezar dolaran ji wan dixwestin, encûmenê destwerdanê kir û  ew bê pere hatin azadkirin."

"Bi pereyan tên azadkirin"

Di beşeke din a axaftina xwe de Ehmed Hesen diyar kir ku hinek ji wan kesên hatine desteserkirin ew naşînin dadgehan û li bê dadgeha bi 1-2 hezar dolaran tên azadkirin.

Li gorê zanyariyên Ehmed Hesen heta niha Erebên hawirde yên ji parêzgehên di ji Efrînê venegeriyane herêmên xwe, ji ber wê yekê welatiyên Kurd ên vegeriyane Efrînê li malên merivên xwe dimîn û li bendê ne ju vegerin nav malîn xwe.

8ê Kanûna Pêşîna 2024an Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiribû û rejîma Beşar Esad rûxandibû.

Piştî kontrolkirina Şamê, grûpên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" naçveyên Şehba û Minbicê kontrol kirin ku pêştir di bin kontrola HSDyê de bûn.

Ji ber vê yekê xelkê wan her du navçeyan ku piraniya wan koçberên Kurd ên Efrînê bûn hinek ji wan vegeriya ser mal û milkên xwe û hinekî din jî careke din koçberî herêmên di kontrola Rêveberiya Xweserde ne bûn.