Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanên wan Bendava Tişrînê ji çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê paqij kiriye.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê dîmenên Bendava Tişrînê belav kirin.
Meclisê tekez kir ku şervanên wan bendav bi temamî ji çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku Tirkiye piştgiriya wan dike paqij kiriye.
Roja înê, çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê dîmenên bendavê belav kiribûn û ragihandibû ku wan bendav bi temamî kontrol kiriye.
Bendava Tişrînê li ser Çemê Feratê ye û dikeve başûrrojhilatê Minbicê.
Çend caran şerê kontrolkirina bendavê di navbera HSDyê û çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de derketibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse