Mamostayekî olî yê Kurd li Pîranşarê hat girtin

14-12-2023
RÛDAW
Nîşan Pîranşar Rojhilatê Kurdistanê Zana Xûşamîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mamostayê olî yê Kurd Zana Xûşamîn ku cezayê dû sal û mehekê li ser hatiye ferzkirin hat girtin.

Zana Xûşamîn xelkê nahiyeya Peswê û niştecihê gundê Şînawê yê Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li gorî zanyariyên xwecihî, Zana Xûşamîn mamostayê Dibistana Zanistên Olî ya Selahedîn Eyûbiyê ya Pîranşarê ye.

Fermangeha Cîbicîhkirina Cezayên Dadgehê ya Pîranşarê roja çarşemê bangî wî kir û ew desteser kir.

Hêzên ewlehiyê piştî desteserkirinê ew mamostayê olî yê Kurd bi veguhast girtîgeha bajarê Nexedeyê ya Rojhilatê Kurdistanê.

Şaxa Yekê ya Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê bi tohmeta “hewldana dijî asayîşa neteweyî ya Îranê bi rêya endambûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” cezayê du sal û yek meh zîndanê dabû Zana Xûşamîn.

Xûşamîn, li gel hevjîna xwe Sinûr Qadiriyê 20ê Cotmeha 2022yan, dema xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin.

Mamosteyê Kurd, piştî ku çend mehan girtî ma heta dema dadgehkirina xwe bi awayekî demkî bi kefalet hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst