Li Dihokê 2 kes hatin kuştin

14-12-2023
Li Dihokê 2 kes hatin kuştin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Li Dihokê 2 kes hatin kuştin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dihok Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dihokê li nêzîkî Parka Dilşad Mihemed Seîdê du kes hatin kuştin.

Polîsê Dihokê agahiya kuştina du kesan ragihand.

Nûçegihanê Rûdawê Nasir Elî ji cihê bûyerê da zanîn ku cenazeyên her du kesan rakirina Saziya Bijîşkiya Dadî ya Dihokê.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ew her du kes xelkê Dihokê ne û xizmên hev in.

Nasir Elî destnîşan kir, kesên hatine kuştin Hikmet Hadî û Mehdî Têcir in.

Wan hevdû kuştiye

Berdevkê Polîsê Dihokê Hêmin Silêman da zanîn, “Li gorî lêkolînên destpêkê, wan du kesan bi demançeyê gule li hevdû reşandine.”

Li gorî agahiyên Hêmin Silêman, termê yekî ji wan di nava otomobîlê de bûye û termê yê din jî li ser cadeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst