ŞIRNEX – Kesekî Quran qetand, xelk herikî ber qaymeqamiyê

14-12-2023
Nîşan Quran Qetandin Xelk Silopiya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyek bi tohmeta “dirandina Quranê” hat desteserkirin.

Li gorî zanyariyan, welatiyê bi navê Î.B. ku madeyên hişbir bi kar tîne li Silopiyayê Quran dirand û çêr kirin.

Li ser nerazîbûna welatiyan Î.B. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê Î.B. bir Qaymeqamiya Silopiyayê.

Di demeke kurt de xelk herikî ber avahiya qaymeqamiyê û gelek kes li wê derê kom bûn.

Qaymeqamê Silopiyayê Cihat Koç, li ber avahiyê ji xelkê xwest ku belav bibin û got, “Dê ji aliyê hiqûqî ve tiştê pêwîst bê kirin.”

Hêzên ewlehiyê piştî ku xelk belav bû Î.B. bir Rêveberiya Ewlehiyê ya Silopiyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst