COLEMÊRG – Di bendavê de cenazeyê pitikekî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya parezgeha Colemergê ya Bakurê Kurdistanê di bendavê de cenazeyê pitikekî hat dîtin.

Xelkê dît ku cenazeyê pitikekî bi ser avê ketiye û wan xeber da cendirmeyan.

Cendirme û tîmên tenduristiyê çûn Bendava Dîlîmliyê û wan cenazeyê pitik ji bendavê derxist.

Hat tesbîtkirin ku pitik miriye û tîmên tenduristiyê termê wî veguhast morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Tê texmînkirin ku temenê wî pitikî yek hefte ye.