HESKÎF – Hunera risandina mehfûrên kevn berdewam dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Heskîfê ya parêzgeha Êlihê hostayek bi rêbazên kevn mehfûrên ji hiriya bizin û mihan dirêse.

Arif Ayhan 32 sal in li navçeya Heskîfê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, kevneşopiya risandina mehfûrên ji hiriya bizin û mihan berdewam dike.

“Hiriya mehfûran a orjînal e”

Hostayê mehfûran Arif Ayhan got:

“Mirov diweste, ji aliyê aborî ve jî sûdeke zêde nîne lê mirov stresa xwe diavêje, werzişê dike.

Karekî ekolojîk û xweş e lê ji ber ku dahata wê ne baş e, mirov dest jê berdidin.”

Di çêkirina mehfûran de bi ti awayî boyax û madeyên kîmyewî nayên bikaranîn.

Hostayê mehfûran Arif Ayhan herwiha anî ziman:

“Hiriya mehfûran a orjînal e, ti madeyeke kîmyewî tê de nîne. Ji ber wê em difiroşin derveyî welêt jî.”

Hunera çêkirina mehfûrên ji hiriya bizin û mihan hêdî hêdî bi dawî dibe lê Arif Ayhan dibêje, dê ji bo berdewamkirina vê hunera Mezopotamyayê hewl bide û her du zarokên xwe yên kur jî fêr bike.