Mûş: Jineke 79 salî di êrişa kûçikan de birîndar bû

14-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mûş Kuçik Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gimgimê ya parêzgeha Mûşê jineke 79 salî di êrişa kûçikan de birîndar bû.

Bûyer roja sêşemê li taxa Yukarialogozê ya navçeya Gimgimê ya Mûşê ya Bakurê Kurdistanê çêbû.

Li gorî zanyariyan Medîne Kiziltaşa 79 salî dema ku diçû mala xwe di rê de çend kûçikan êrişî wê kir.

Medîne Kiziltaş di êrişa kûçikan de ji dest û lingên xwe birîndar bû.

Xizmên jina 79 salî û xelkê taxê dema ku dîtin kûçik êriş dikin, bi hawara wê ve çûn û ew rizgar kirin.

Medîne Kiziltaş piştre ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hat birin û li wir hat dermankirin.

Tîmên tenduristiyê derziyê harbûnê jî li wê xist.

Bijîşkê nexweşxaneyê Îlkay Şamîl Beydîliyê ragihand ku ji ber êrişa kûçikan li dest û lingên Medîne Kiziltaşê birînên kûr vebûne û got:

“Di demên dawî de hejmara êrişên kûçikan zêde bûne û zarok û pîr û kal rûbirûyî êrişa kûçikan dibin.”

Van rojên dawî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êrişên kûçikên bêxwedî yên li kolanan li ser welatiyan zêde bûne.

Çend rojên borî li bajarê Enqereyê jî xwendekarekî pola 4an a dibistana seretayî dema ku diçû dibistanê di êrişa kûçikan de bi giranî birîndar bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst