Neviyê Simkoyê Şikak li Swêdê koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Elîxan Simkoyê ji devera Urmiyeyê û neviyê mezin ê serkirdeyê bi nav û deng ê Kurd Simkoyê Şikak li Swêdê koça dawiyê kir.

Elîxan Simko kesayeteke naskirî bû û wî bi sedema nexweşiya penceşêrê di 77 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Elîxan Simko zêdeyî 3 salan bû nexweş ketibû.

Elîxan Simko roja çarşemê piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê têk diçe, li nexweşxaneya bajarê Westrosê ya Swêdê canê xwe ji dest da.

Elîxan kurê mezin ê Tahirxan Simko û di heman demê de kesayetekî niştimanperwer û xebatkarekî doza neteweyî ya Kurd bû.

Ew heta dawiya temenê xwe, girêdayî rêbaza Kurdayetiyê ya bav û bapîrên xwe ma.

Elîxan Simko di 21ê Adara 1946an de li gundê Cohniyê yê li navçeya Somayê ya Biradosta bajarê Urmiyeyê ji dayik bûbû.

Wî sala 1985an ji ber rewşa wê demê ya Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî ya Urmiyeyê ber bi derveyî welat ve koç kir û li Swêdê nîştecih bû.

Elîxan Simko piştî serkeftina şoreşa gelên Îranê di sala 1979an de, beşdarî refên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) dibe.

Ew çendîn salan wekî berpirsekî “Hêza Parastina Milî ya Şehîd Simko” yê wê partiyê kar dike.