Asayîşa Rêveberiya Xweser grûpeke dizî, şêlandin û kuştinê desteser kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê di van demên dawiyê de gilî û gazinên li ser rewşa dizî û şelandinê zêde bûne.

Di van demên dawî de gilî û gazinên li ser dizî û talanê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûne.

Tîma Rûbirûbûna Tawanan a Asayîşa Rêveberiya Xweser ji bo rûbirûbûna û girtina dizan û rêgiriya li ber kuştinan operseyon û tevgerên xwe zêdetir kirine.

 Herî dawî li Hesekê, Tîma Rûbirûbûnê malekê ku grûpeke diz têde bûn, dorpêç kir û hemû girtin.

Li gorî çavdêran, zêdebûna dizî, şelandin û kuştinê li Rojavayê Kurdistanê vedigere du sedemên sereke ew jî hebûna du desthilatan (Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê) û nebûna yasayên pêwîst.

Di dema dawiyê de gilî li ser rewş û kiryarên dizî û şelandinê li gundewarê Heseke zêde bûbûn.

Di vê derbarê de Asayîşa Rêveberiya Xweser welatiyên navçeyê agahdar kir ku divê qet li gel kes û grûpên bi guman li ser torên civakî û sosyal medyayê danûstandina bazirganî nekin.