Amerîkayê çekên giran, radar û topên pêşketî birin Rojavayê Kurdistanê

14-12-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Amerîka HSD Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin ku Amerîkayê di van rojên dawî de 2 karwanên leşkerî yên ji çekên pêşketî pêk dihatin, derbasî herêma di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, di çend rojên bihorî de 2 karwanên leşkerî yên Amerîkayê ji Deriyê Sînorî yê El Welîd ê di navbera Iraq û Sûriyeyê re derbas bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) dibêje, yek ji wan karwanan ji 40 wesayitan û ya din jî ji 90 wesayitan pêk dihat.

Bi gotina SOHRê, “topxaneya pêşketî ya ji corê Hawitzer û sîstema radarê ya li dijî dronan” jî di karwanên leşkerî de bo navçeyên di bin kontrola HSDê de hatiye veguhestin.

Herwiha di wan karwanên leşkerî de cebilxaneyên leşkerî, tankên Bradley, wesayîtên zirxî, kepçeyên tankan, çekên giran û alavên lojîstîk hebûne.

Li gor agahiyan, çek û alavên leşkerî yên di wan karwanên leşkerî yên Amerîkayê de, li du baregehên wan ên li Til Beyder û Şeddadê hatine bicihkirin.

Li aliyekî din, ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihandiye, hêzên Amerîkayê di van rojên dawiyê de hin alavên leşkerî û çekên giran ku di nava wan de topên pêşketî jî hene, birine bingeha xwe ya li Şeddadî li başûrê Hesekê.

SANA diyar kiriye, karwanên hêzên Amerîkayê ji baregehên xwe yên li bakurê Iraqê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê li ser vê yekê wiha dibêje, “hêzên dagirker ên Amerîkayê karwaneke kamyonan ku ji baregehên xwe yên li bakurê Iraqê dihatin, anîn baregeha xwe ya li Şeddadî ya li başûrê Hesekê ku topxane, cebilxane û alavên leşkerî yên cuda hilgirtibûn.”

Piştî êrîşên wê dawiyê yên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, ew yekemîn car e ku Amerîka çekên giran û karwanên leşkerî dişîne navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de.

Tirkiyê ji 20ê Mijdara îsal ve êrîşeke nû ya esmanî û bi topxaneyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst