Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Bedlîsê Sînan Aygul ku nûçeyek li ser îstîsmarkirina zarokeke ya li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê belav kiribû, hat girtin.
Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Bedlîsê Sînan Aygul ku di heman demê de Rêvebirê Giştî yê Bitlis Newsê ye, piştî ku nûçeya tacîzê çêkiriye hatibû desteserkirin.
Sînan Aygul piştî karûbarên li Rêveberiya Polîsan bo dadgehê hat şandin. Dadgehê jî derbarî biryara girtinê da.
Sîna Aygul berê were desterserkirin li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandibû: “Ji ber nûçeyên tacîzê ku min 3 saet berî niha belav kiribû, bi iddiaya ku min ‘kîn û dijminatî xistiye nava gel’ ez hatim desteserkirin. Li mala min niha ji aliyê polîsan ve lêgerîn tê kirin. Ew dê min desteser bikin û bibin qereqolê. Ez rojnamevan im û rojnamegerî ne tawan e.”
Aygul duh jî diyar kiribû ku di nûçeya xwe ya der barê îstîsmarkirina zaroka 14 salî ya li Tetwanê de, bi "hişyariya" Parêzgarê Bedlîsê Oktay Çagatay, derbarê gumanbaran de hin agahî sererast kirine.
Aygul gotibû: “Min lez kir ku li ser hesasiyeta meselê raporekê bidim, lê di vê qonaxê de heya ku ez berovajî vê yekê îsbat nekim, daxuyaniya walî ya di vê mijarê de bingeh e. Mijar mijareke hestiyar e ku di rojeva welêt de jî heye, ne rast bû ku ez bêyî piştrast bikik wê bi raya giştî re parve bikim. Weke her car ez dê li ser navê raya giştî mijarê bişopînim, lê ji bo parvekirina bêyî piştrastkirinê ji hemû raya giştî lêborînê dixwazim.”
Aygulî têkildarî îstîsmar û tacîza li zaroka 14 salî ya li Tetwana Bedlîsê li ser hesabê Twîtterê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku kesên gumandar polîs û çawîşek in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse