Pênc girtiyên Badînanê hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerekî girtiyên Badînanê ji Rûdawê re ragihand, pênc girtiyên Şêladizê îro hatin berdan.

Beşdar Hesen, yek ji parêzerên girtiyên Badînanê roja Çarşembê 14ê Kanûna 2022an ji Rûdawê re got, biryar bû roja Duşembê pênc girtiyên Şêladizê bên azadkirin, lê belê soznameyên wan li Asayişa Hewlêrê bi dawî nebûbû lewra azadkirina wan hat paşxistin.

Beşdar Hesen got, îro berî nîvro hemû karûbarên wan kesan bi dawî bûn û her pênc kes jî hatin azadkirin.

Ew pênc kes li gor madeya 1 a qanûna hejmar 21 a sala 2003 a Parlamentoya Kurdistanê, di 8ê Kanûna 2020an de cezayê 2 sal girtîgehê li ser wan hatibû sepandin.

Madeya 1 a qanûna hejmar 21 a sala 2003 dibêje, Her kesê ku bi qestî û bi her awayî dest bi karekî bike ku bi mebesta têkbirina ewlekarî, aramî û serweriya saziyên Herêma Kurdistanê be û bibe sedema vê ziyanê, bi cezayê heta hetayî yan jî hepsa demkî tê cezakirin.

Pênc girtiyên Badînanê ku tê gotin îro hatine berdane, navê wan wiha ye:

Yûsif Şerîf Îbrahîm, jidayikbûyê 2001

Mehmûd Nacî Sidîq, jidayikbûyê 1996

Kovan Tariq Cibraîl, jidayikbûyê 1996

Emced Yûsif Mistefa, jidayikbûyê 1989

Nêçîrvan Bedîî Hacî, jidayikbûyê 1993