Hewlêr (Rûdaw) - Avnî Uçar û Guneş Sesam ên ku 30 sal in di girtîgehê de bûn û li Girtîgeha Amedê dihatin girtin, hatin berdan.
2 girtiyên din ên ku di sala 1992an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatibûn girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve cezayê heta hetayê li wan hatibû birîn, piştî 30 salan hatin berdan.
Avnî Uçar ê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Amedê dihat girtin, îro hat berdan.
Uçar li ber girtîgehê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Guneş Susam jî ku di sala 1992an de bi Uçar re hatibû girtin, ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê hat berdan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Susam li ber girtîgehê ji aliyê kesûkarên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Piştî ku Avnî Uçar û Guneş Sesam ji girtîgehê derketin, bi kesûkarên xwe re derbasî Nisêbînê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse