Ali Babacan bi Kurdî sansurkirina Kurdî rexne kir

14-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Ali Babacan, derbarê sansurkirina Kurdî de rexne li Televîzyona ATV girt û bi Kurdî got: “Şerm e, guneh e, heyf e."

Di televîzyona ATV ya Trikiyê de axaftina mêvaneke bernameyê ya bi Kurdî hat sansurkirin.

Di bernameya magazinê ya bi navê “Esra Erol” a televîzyona ATV de ku naveroka wê pirsgirêkên malbatî ye, keçeke Kurd a bi navê Gulay, ku ji mala xwe reviyabû bû mêvanê bernameyê. Dayik û bavê Gulay jî ji bo dîtina wê beşdarî bernameyê bûn, lê ji ber ku dayika wê Besime bi Tirkî nizanibû, bi keça xwe Gulay re bi Kurdî axifî û jê re got: “Kutkê te hene. Qurbana te me. Keçika min."

Axaftinên Besime yên Kurdî piştî destpêkê ji aliyê televîzyonê ve hatin birîn. Bêjera bernameyê Esra Erol ji malbatê xwest, ku gotinên hatin gotin fêm bike. Piştre Gulay axaftina dayika xwe bo Tirkî wergerand.

Serokê DEVAyê Ali Babacan li ser hesabê xwe yê sosyal medyayê derbarê mijarê de bi Kurdî peyamek belav kir û ragihand: “Ev nêrîna ku rencîde dike, em red dikin. Şerm e, guneh e, heyf e.”

Ali Babacan di bin nivîsa Kurdî de wergera wê jî bi Tirkî nivîsand.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst