Malbata Ruha daxwaza vegerandina keça xwe dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Kurdistanê hinek malbat dibêjin, zarokên wan ji bo leşkeriyê hatine birin, yek ji wan malbata keça 13 salî Ruha ye, ku ji 25ê Nîsanê ve ji mal derketiye û hîn venegeriya ye.

Ruha û keça apê xwe bi hev re ji bo leşkeriyê hatine birin, lê li gorî ku malbat dibêje, keça apê wê nexweş dikeve û ji bo malê tê vegerandin, lê hîn jî ew nizanin Ruha li kuderê ye.

Ruha Hesen biçûka 9 xwişk û birayan, ji 25 meha çaran ya îsla ve, ji mal derketiye û venegeriya ye. Malbata wê dibêje ew tevlî girûpa ciwanên şoreşger bûye û ji wê demê ve peywendî bi wan re nekiriye.

Lîna Hemê diya Ruhayê got “Berê êvarê birin. Li bareşî gund, rakirin û birin, heya êvarî jî em pê nehisiyan. Ew û hevalên xwe li wir bûn, pirtûkên xwe biribûn û ji xwe re dixwendin, zarok gihabûn hev. Tiştek wek kezebê zehmet tune, ne şev û ne roj ji bîra me naçe, heya em sax bin.”

Ruha ku jidaiykbûya sala 2008 e, ew û keç apê xwe ya 14 salî bi hevre diçin, lê keça apê wê ji ber ku dikeve tayê de û bi korona dikeve, vedgere. Keçapa wê dibêje ku ew û Rûha tenê 7 rojan li serbazgehekê li Gundê Gebeka li gundewarê Hesekê bi hev re man, lê piştre ji hev vediqetin.

Lîna Hemê dibêje “Ev 7 meh qediyan ket ya 8an, şev û roj ji bîra me naçe. Ne şeva me dev e ne roja me roj e. Zaroka biçûk e li cem min radiket wek dergûşekê.”

Di xwepêşandana 28 meha derbasbûyî de li ber deriyê Netewên Yekbûyî (NY) malbata Rûha beşdar bû û daxwaza vegera keça xwe kir.

Ebdullbasit Hesen bavê Rûhayê diyar kir “Keça apê wê bi korona ket ew vegerandin lê keça min ma. Ev zêdetir ji 7 mehan e em dixwazin vegere. Di pola 8an de bû.”

Li gor raporteke NY li Rojavayê kurdistanê ji sala 2018 ve heya 2020, 400 zarok hatin biçekkirin. Ji aliyê xwe ve Ofîsa Parastina Mafên Zarokan a girêdayî Rêveberiya Xweser ragihand ku 333 gilî li cem wan hatine tomarkirin, wan ji wê hejmarê karibiye ji sedî 20 vegerînin û ji bo yên mayî jî hewl didin.