Li Wanê qedexeya meş û çalakiyan dîsa hat dirêjkirin

14-12-2021
RÛDAW
Nîşan Wan Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya meş û xwepêşandan, konferansên rojnamevanî, grev, vedana konan û çalakiyên rûniştinê bo dema 15 rojan hat dirêjkirin

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Wanê qedexeya ji sala 2016an ve berdewam e careke din bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Wanê  ve hatiye belavkirin, ji 15ê Kanûna 2021an heta 29ê Kanûna heman salê , bo dema 15 rojan hemû cure çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha li wê parêzgehê qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermi li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst