Li Rojhilatê Kurdistanê 6 fermanber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di du rojên derbasbûyî de li bajarên Mihabad û Dêwlan ên Rojhilatê Kurdistanê 6 fermanber û endamên encûmenên bajêr ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.

Li gor raporta Ajansa Haje ku zanyarî ji çavkaniyên cihê baweriyê wergirtine, roja 13ê Kanûna 2021ê li bajarê Mihabad dû kes ji endamên Encûmena Bajarê Mihabad û dû kes jî karmendên şaredariya wî bajarî hatine desteserkirin.

Desteserkirina wan endamên Encûmena Bajarê Mihabad di demekê de ye ku heta niha dosyeya endamên gera borî ya encûmena wî bajarî yekalî nebûye. Sala borî li bajarê Mihabad 21 fermanber û berpirsên şaredariyê hatin girtin û dosye bo wan hat vekirin, 6 ji wan endamên Encûmena Bajarê Mihabadê bûn û ji ber vê yekê havîna sala 2020an gera berê ya Encûmena Bajarê Mihabad hilweşiya.

Îtlaata Supaya Pasdaran a parêzgeha Sine jî ragihand ku du fermanberên Şaredariya Bajarê Dêwlan a parêzgeha Sine bi tohmeta gendeliyê hatine girtin. Destpêka vê hefteyê jî li bajarê Seqiz ser bi parêzgeha Sine kesekî din bi tohmeta gendeliyê hat desteserkirin.

Dozgerê Giştî yê Seqiz Elîreza Rezapûr roja Şemiyê got, ew kes bi tohmeta pêkanîna toreke bertîldan û bertîl wergirtinê desteser kirine. Rezapûr dibêje, li bajarê Seqiz di du salên borî de çendîn kesên din bi tohmeta gendeliya darayî, îdarî û aborî desteser kirine.

Heta rojên dawî yên meha Adara 2021ê li bajarê Seqiz herî kêm 20 fermanberên şaredariyê û endamên berê yên Encûmena Bajarê Seqiz bi tohmeta gendeliyê hatine desteserkirin. Hefteya borî jî kesekî din li Seqiz bi tohmeta gendeliya di sayloya genim a wî bajarî de hat desteserkirin.

Di du salan de li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan fermanber ku piraniya wan fermanberên şaredariyê bûn bi tohmeta gendeliyê hatine girtin.

Berpirsên dadwerî û emnî dibêjin, hewldanên wan ên rûbirûbûna gendelan dê berdewam bin.