Ji ber boykota mamosteyan bi çavên girî li benda vekirina dibistanê ye

14-12-2021
Helebja Sadon
Ji ber boykota mamosteyan bi çavên girî li benda vekirina dibistanê ye
Ji ber boykota mamosteyan bi çavên girî li benda vekirina dibistanê ye
Nîşan Kampa Quştepe Xwendekarê Rojava Boykota Mamosteyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê yên li kampên Herêma Kurdistanê ders didin, ji ber mûçeyan dest bi boykotê kirinê. Ev yek jî bû sedem ku xwendekarên Rojava ji xwendinê bêpar bimînin.

Ji destpêka sala nû ya xwedidinê tenê 2 hefte çû dibistanê, lê ji ber boykota mamosteyên li kampê ev nêzîkî 3 meh in çavereyî vegera dibistana xwe ye.

Par ji ber nexweşiya bavê wê, Emîne ji xwendinê bêpar bû, îsal jî ji ber baykotkirina dewamê ji aliyê mamosteyên kampa Quştepe ve, hêviyên wê careke din çilmisîn.

Malbata Emîne dibêje her car Emîne li malê nediyar be, ew dizanin ku ew li gel çantaya xwe li ber dergehê dibistanê ye.

Penabera Rojava Kewser Ebdullah diya Emîne dibêje "Par bavê Emîne rastî nexweşiya penceşêrê hat, lewma me berê xwe da Rojavayê Kurdistanê ji bo wergirtina çareseriyê û her li wir jiyana xwe jidest da. Lewma Emîne ji xwendina xwe dûr ket. Îsal me hemû kelûpelên dibistanê jêrê kirîn, lê mamosteyan dewam baykot kirine û dewam nîne."

Ji bilî Emîne, hêviyên Nermîn jî sist bûne. Nermîn yekema kampa Quştepe ya sala 2019-2020 bû. Niha li Pola 12 beşê zanistî ye. Bi girtina deriyên dibistanên vê kampê. Xewna wê ku bibe bijîşk têk çû.

Xwendekar Nermîn Mihemed Salih got "Me dixwest em programên xwe yên xwendinê temam bikin, ji bo ku me dem hebê ku em dubarê bixwînin, lê mixabin ev çend meh ji xwendina me çûn û ta niha dibistan girtêne."

Ji sala 2019an û piştî ku UNICEF mûçeyên perepêdana mamoste û dibistanên Rojavayê Kurdistanê birî, êdî mûçeyê wan ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê girêbest û bi awayekê sembolîk û her çend mehan carekî hate dayîn. Lewma niha 55 ji mamosteyên kampa Quştepe dewama baykot kirine.

Mamosteyê li Kampa Quştepe Hemrîn Hesen ragihand "Ev 7 sal e ez li Herêma Kurdistanê dijîm û weku mamosta kar dikim. Bi rastî mûçeyên me gelekî kêmin û debara jiyana me nake. Em dixwazin çareyek ji rewşa me re were dîtin."

Malbatên beşek ji xwendekaran yên ku şiyanên wan hebin,  niha neçar bûne ku zarokên xwe li malê bidin xwendin,

Diya Arî zarokên xwe û yên cîranan dide xwendin, lê vê riyê weku çareserî ji rewşa zarokên xwe re nabîne.

Penabera Rojava Sewriya Ibrahîm diyar kir "Ez li malê zarokên xwe fêrî xwendin û nivîsînê dikim, lê her malbatek nikare zarokê xwe bide xwendin, hem ji ber ku hin dayik û bav nexwendevan in û hem ji ber ku hin made hene bi taybet yên polên 10 , 11 û 12 pêwîstiya wan bi mamosteyên taybet bi wan madeyan heye."

Li tevahiya Herêma Kurdistanê 1100 mamosteyên Rojavayê Kurdistanê hene. Dabeşkirîne li ser 57 dibistanan ku nêzîkî  38 hezar xwendekaran li xwe digre. Ji bilî mamosteyên  kampa Quştepe 455 mamoste li domîz jî dewam baykot kirine.

Wezîrê Perwerdehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rudawê re ragihand ku wan mûçeyên mehên 1,2,3 û 4 dane mamosteyan û ya ji destê wan were ew dê alîkar bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst