Li Bakurê Kurdistanê ji ber serma û seqemê avê qeşa girt

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzerom, Erdexan, Qers û Agirî yên Bakurê Kurdistanê ji ber serma û seqemê gola bendavê, çem, kanî û sûlavan qeşa girtin û şembelîlkên ji bûzê dîmenên balkêş derxistin holê.

Li parêzgeha Qersê beşek ji gola bendava santrala elektrîkê (HES) ku niha nayê bikaranîn û Çemê Qersê, li navçeya Qamûşanê jî çemê Acisuyê qeşa girt.

Li parêzgeha Erdexanê jî ji ber sermayê pelên daran xûsik girtine û camên mal û dikanên welatiyan jî qeşa girtine. Li gelek deveran jî ji ber nedîtina xwarinê ajelên kovî daketine bajêr.

Li gor agahiyên Saziya Keş û Hewayê 13ê Kanûna 2021ê pileya germê li Qersê bi şevê di bin sifirê de 14 û li Erdexanê jî di bin sifirê de 18 hatiye tomarkirin.

Saziya Keş û Hewayê 14ê Kanûna 2021ê ragihand ku di 10 rojên bê de dê pileya germê li hemû parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dakeve û hişyarî da ku xelk tedbîrên xwe werbigrin.