Bendava Qersê qeşa girt

14-12-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Qers
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê êdî demsala zivistanê ye û ji ber sir û sermaya şevê Gola Bendava Qersê qeşa girt.

Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfê destpê kiriye û li hinek bajaran bi taybetî şevan pileya germê daketiye 15 pile jêr sifrê.

Li parêzgeha Qersê jî piştî barîna berfê pileya germê dadikeve 10-15 pile jêr sifrê. Ji ber vê sir û sermayê gola bendavê qeşa girtiye û darên di nav bendavê de dîmên xweşik derdixin holê. Nîvê daran di nav qeşayê de ne û nîvê din jî bi rengê spî xemilî ne.

Welatî dibêjin li navçeya wan êdî hewa gelekî sar bûye û carna pileya germê dadikeve 10-15 pile jêr sifrê û her der qeşa digre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst