Li Miksê bi ga û gasinan cot tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Miksê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê heta niha jî li deverên bilind û çiyayî ku traktor nikarin biçinê, hinek welatî bi awayê qedîm wate bi ga û gasinan zeviyên xwe cot dikin.

Li hinek gundên Miksê ku bi berfa xwe navdar e û 110 kîlometre dûrî navenda parêzgeha Wanê ye, teknolojiya nû bikêr nayê. Welatî, heta niha jî zeviyên xwe yên li deverên bilind û çiyayî ku traktor nikarin biçinê bi ga û gasinan cot dikin.

Ligel ku îsal demsala zivistanê dereng hatiye, niha welatî bi awayê qedîm zeviyên xwe ji çandiniyê re amade dikin.

Cotkar dibêjin, bi gayên xwe ku bi baş bixwedî kirine, rojane nêzîka 1 heta 1 donim û nîv zevî cot dikin.