Mijara kevirên Sûra Amedê dibe rojeva Parlamentoya Tirkiyê

14-12-2019
RÛDAW
Nîşan Sûr Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirsa jêkirin û firotina kevirên dîwarên Sûra Amedê careke din bûye rojev û di vê derbarê de HDPê çend pirs ji Wezîrê Navxwe û Wezîrê Jîngeh û Bajarsaziyê yên Tirkiyê kirin.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê diyardeya jêkirin û firotina kevirên Sûra Amedê derketiye holê. Mîmarên Amedê nîgeran in û di wê baweriyê de ne ku eger rê li ber vê diyardeyê neyê girtin, wê demê wêrankariyeke zêde bi pey de tê.

Sûra Amedê ku di Lîsteya Daîmî ya Kelepûrên UNESCOyê de ye, tê gotin ku careke din bûye armanca kevirdizan û ji aliyê kesên nenaskirî ve bi şev tên dizîn.

Li gor wan nûçeyên ku belav bûne, ew kevirên dîwarên Sûr û Birca Amedê ku tên dizîn û firotin, kevirên neqişkirî ne û sembolên roj, stêrk, piling, bazên du ser, dupişk û hesp li ser wan in.

Parlamentera HDPê Dêrsim Dag di vê derbarê de got: “Ew qedexeya di 2ê Kanûna 2015an ve li Sûra Amedê hatiye ragihandin û heta niha li 6 taxan berdewam e, herwiha ketina kevirên Sûrê li 3 taxan, ketine rojeva parlamentoyê.”

Dag da zanîn ku pirsa ketina keviran ji Wezîrê Jîngeh û Bajarsaziyê yê Tirkiyê Murat Kurum kiriye û herwiha pirsa qedexeya Sûra Amedê jî arasteyî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu kiriye.

Derbarê Sûra Amedê de her wezîrek 5 pirsyar jê hatine kirin. Parlamenterên HDPê berê jî çend caran behsa gendeliya di kevirên Bazalt ên Sûra Amedê de kirine. Niha careke din behsa dizînê jî tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst