Îro 105mîn salvegera bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî ye

14-12-2019
RÛDAW
Roja 14ê Kanûna 1914an, bi biryara dewleta Osmanî, Şêx Ebdulselam Barzanî li bajarê Mûsilê hate bidarvekirin
Roja 14ê Kanûna 1914an, bi biryara dewleta Osmanî, Şêx Ebdulselam Barzanî li bajarê Mûsilê hate bidarvekirin
Nîşan Şêx Ebdulselam Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 14ê Kanûna 2019, 105mîn salvegera bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî ji aliyê Dewleta Osmanî ye.

Roja 14ê Kanûna 1914an, bi biryara Dewleta Osmanî, Şêx Ebdulselam Barzanî li bajarê Mûsilê hate bidarvekirin.

Şêx Ebdulselam Barzanî piştî 7 salan ji domandina şoreşê li devera Barzan, li ser bidestxistina mafên niştimanî û neteweyî yên gelê Kurd hat îdamkirin.

Rojnamevan û dîroknivîsê Fransî yê navdar Chris Kochera dibêje: "Şêx Ebdulselam Barzanî xwediyê yekemîn manîfestoya tevgera rizgarîxwaz a niştimanî ya Kurd e."

Şêx Ebdulselam, sala 1907an ji bo cara yekemîn, êl û eşîrên Kurd li Duhokê li ser çend daxwazên ji bo gelê Kurd li hev civandin û daxwaz ji sultanê dewleta Osmanî re şandin, lê dewleta Osmanî ev yek wek hewldan ji bo cudabûnê şirove kir û êrîşî devera Barzan kir.

Şêx Ebdulselam Barzanî, çendîn reformên sereke pêk anîne, weke parastina daristanan, qedexekirina nêçîra balinde û candaran, qedexekirina mehrkirina keçên di temenê zaroktiyê de, qedexekirina lihevanîna xwîndariyê bi jinan, qedexekirina wergirtina pereyan li hember zewicandina jinan, dabînkirina azadiya olî û merasîmên olî ji bo bawermendên ola Mesîhî û  Cihûyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst