Hewlêr (Rûdaw) – Dîroknasê Kurd, Kerem Serhedî di derbarê kesayetî û tevgera Şêx Ebdulselam Barzanî de ji Rûdawê re got: “Şêx Ebdulselam mirovekî him netewî, him oldar û him jî zana bû. Piraniya eşîrên Kurdan li hev civandin û gelek tiştên nû û reform çêkirin û hin tiştên xirab ji holê rakirin.”
Îro salvegera bidarvekirina Şêx Ebdilselam Barzanî ye, roja 14-12-1914an, bi biryara Dewleta Osmanî, Şêx Ebdilselam Barzanî li Mûsilê hate darvekirin.
Şêx Ebdulselam Barzanî di sala 1907an de ji bo cara yekemîn, êl û eşîrên Kurd li Duhokê li ser çend daxwazên bo gelê Kurd li hev civandin.
Şêx Ebdulselam Barzanî ji bo mafên netewî yên Kurdan çend daxwaz ji dewleta Osmanî hebûn ku ji giringtirînên wan daxwazan ev in:
1-Zimanê Kurdî li hemû navçeyên Kurdî bibe zimanê fermî
2-Xwendin di dibistanan de bibe zimanê Kurdî
3-Rayedar ji wan kesan bin ku Kurdî dizanin
4-Bac û zerîbe ji bo çêkirina rêyan û vekirina dibistanan li navçeyên Kurdî bêne xerckirin
Sultanê wê demê yê Osmanî, Sultan Reşad ew daxwazên Şêx Ebdulselam Barzanî weke derketina ji desthilata Osmanî û hewla cudaxwaziyê dît û ji ber helwestên wî yên netewî û xebata ji bo mafên kurdan, di sala 1914an de dewleta Osmanî, Şêx Ebdulselam Barzanî li Mûsilê îdam kir.
Li ser 104mîn salvegera bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî û xebata wî ya netewî û niştimanî bo bidestxistina mafên Kurdan de, dîroknas û nivîskar Kerem Seredî ku pisporê lêkolînkirina li ser belgenameyên dewleta Osmanî ye, beşdarî bulteneke nûçeyan a Rûdawê TV bû û bi belgeyên dîrokî li ser tevgera Şêx Ebdulselam Barzanî axivî.
Kesayeta Şêx Ebdulselam Barzanî
Kerem Serhedî got, “dema ku Şêx Mihemedê bavê Şêx Ebdulselam bo bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê tê nefîkirin, wê demê Şêx Ebdulselam hêj biçûk bûye û dema ku Şêx Mihemedê bavê wî vedigere Barzan, piştî demeke kurt diçe ber dilovaniya xwedê. Şêx Ebdulselam Barzanî wê demê dikeve şûna bavê xwe.”
Di derbarê kesayeta Şêx Ebdulselam Barzanî de, Kerem Serhedî ji Rûdawê re got: “Şêx Ebdulselam mirovekî hem netewî, hem oldar û hem jî zana bû. Piraniya eşîrên Kurdan li hev civandin û gelek tiştên nû û reform çêkirin û hin tiştên xirab ji holê rakirin.”
Kerem Serhedî da xuyakirin, di çarçoveya wan reforman de, “Şêx Ebdulselam erd li cotakaran belav kir, qelenê zewacê û zewaca bi zorê ji holê rakir, têkiliyên civakî li gor edaletê (dadmendiyê) û wekheviyê birêxistin kir, biryar da ku divê li her gundî mizgevtek ava bibe, û mizgevt tevî ku cihê îbadet û nimêjê be, herwiha cihê civîn û aştî û lihevhatina gel be, biryar da ku li gundan lijneyek bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan were avakirin û herwiha her eşîrek hêzeke xwe ya serbazî ava bike û ji her eşîran kesek serokatiya wan hêzan bike”.
Têkiliya Şêx Ebdulselam Barzanî û tevgerên Kurdî û yekem manîfestoya hevbeş
Kerem Serhedî behsa têkiliyên Şêx Ebdulselam Barzanî û tevgera wî li gel tevgerên din ên Kurdî dike û dibêje: “Di wê demê de bi rêxistina Kurdan weke rêxistina Komeleya Tealiya Kurd, weke Komeleya Hêvî, weke Şêx Mehmûd Berzencî, weke Şêx Ebdulqadir Nehrî, weke Simko Axayê Şikakî re têkilî hate kirin. Sala 1907an di mala Şêx Nûr Mihemedê Birîfkanî de civînek tê lidarxistin û civatek tê damezrandin. Di vê civatê de gelek eşîrên Kurdan jî qebûl dikin û manîfestoyekê yan daxwaziyên xwe dişînin ji Osmaniyan re û di wê manîfestoya xwe de tiştên mirovane û tiştên heqîqî dixwazin”.
Sedema îdamkirina Şêx Ebdulselam li gor belgenameyên Osmanî
Li ser pirsa, ev demeke dirêj e hûn li ser belge û dokumentên Osmanî kar dikin, li gor belgeyên ku ketine destê we, çima Dewleta Osmanî biryara bidarvekirina Şêx Ebdilselam Barzanî da, dîroknasê Kurd Kerem Serhedî got, Şêx Ebdulselam ji ber tevgera xwe ya netewî û daxwazên ji bo mafên Kurdan ji aliyê desthilata Osmanê ve hate îdamkirin.
Kerem Serhedî amaje bi daxwazên Şêx Ebdulselam Barzanî û civata eşîran ji desthilata Osmanî kir û diyar kir: “Di wan daxwazên xwe de, tê xwestin ku zimanê Kurdî li herêmên Kurdî bibe zimanê fermî, perwerde li herêmên Kurdî bi zimanî Kurdî be, Qayimmeqam, rêveberên nahiyeyan û karmend bi zimanê Kurdî bizanin, dine dewletê ku îslam e divê desthilatdarî li gor şerîetê be, zerîbeyên ku li herêmên Kurdî tên standin divê li Kurdistanê bêne xerckirin”.
Serhedî ragihand, ku Osmaniyan çend caran hêzên xwe yên leşkerî şandine ser devera Barzan û Şêx Ebdulselam Barzanî û hewl dane, wî bigirin û tevgera wê ji holê rakin û dibêje: “Dewleta Osmaniyan leşkerekî mezin dişîne ser, lê leşkerê Osmaniyan rastî şikestinê tê. Neçar dimînin (Osmanî) ku aştiyê bikin, lihevhatin di navbera Şêx Ebdulselam û dewleta Osmanî de tê kirin û di belegenameya aştiyê de jî çend xal û biryarên giring hene”.
Dîroknasê Kurd, Serhedî behsa biryarên peymana aştiyê ya navbera Şêx Ebdulselam û dewleta Osmanî dike û dibêje: Yek ji xalên wê ev e ku divê leşkerên êxsîr ên herdu aliyan bêne azadkirin, him leşkerên Osmanî û him jî leşkerên Kurdan, herwiha xala duyem ev e, ku Osmanî berdêlê wan xiniyan bide ku hatine şewitandin, tenê hejmareke kêm ji leşkerên Osmanî li Kurdistanê bimîne, ti kêşeyên ayînî di navbera herdu aliyan de namîne.
Bi gotina Kerem Serhedî, piştî wê lihevhatina di navbera Şêx Ebdulselam Barzanî û Osmaniyan de, Esed Paşa dibe waliyê Mûsilê û têkiliyên Kurdan û Osmaniyan bi xweşî berdewam dibin heta sala 1912an ku şerê Osmanî li Balkanê dest pê dike.
Serhedî tekez dike, wê demê Şêx Ebdulselam telegrafekê ji Babê Alî (Dîwana Sultanê Osmanî) re dişîne, ku ew telegrafa wî di arşîva Osmaniyan de hatiye tomarkirin û di wê telegrafê de ku piştî lihevhatina bi Osmaniyan re ye, pêşniyar dike, ku weke alîkarî 12 hezar çekdar bişîne şerê Balkanê, lê belê desthilata Osmaniyan jê re gotine, ji ber ku mesafeya navbera Kurdistan û Balkanê dûr e , ew yek ne mumkin e û spasiya wî kirine.
Şêx Ebdulselam Barzanî çawan hate girtin
Li ser pirsa, gelo kê ixbarî (gelacî) li ser Şêx Ebdilselam Barzanî da Osmaniyan û Şêx çawa hate girtin, Kerem Serhedî ji Rûdawê re wiha got:
“Heta sala 1913an têkiliyên Şêx Ebdulselam û aliyê Kurd li gel Osmaniyan bê kêşe derbas bû, lê belê dema ku Silêman Nezîf bû Waliyê Mûsilê, ku kesekî ser bi Komeleya Îtihad û Tereqî ve bû, alozî di navbera Kurdan û dewleta Osmanî de dest pê kir. Waliyê Mûsilê, Silêman Nezîf û hin eşîrên Kurdan li dijî Şêx Ebdulselam Barzanî nameyan ji Osmaniyan re dişînin û Osmanî hêzeke 6000 kesî tevî 6 topên cengî êrişî ser Şêx Ebdulselam dikin. Wê demê Şêx Ebdulselam derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe û bi hevkariya Ebdulrezaq Bedirxan û Simkoyê Şikak diçin Tiflîsa Gorcistanê û bi rêberê Rûsya re dicive, lê dema ku dizivirin û tên, hêj di nav erdê Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) de, li gundekî bi navê Darul Eman Şêx Celaledîn telegrafekê ji Osmaniyan re dişîne û dibêje, eger hûn miaşekî baş û pileyeke baş bidin min, ezê Şêx Ebdulselam radestî we bikim, lê hêviya wî namîne û Şêx Ebdulselam tevî 3 hevalên xwe tê Gengeçînê û li mala Sofî Ebdullah Ibrahîmî dibe mêvan, ku murîdekî şêx bûye. Sofî Ebdullah mêvandariya wan dike, şîve dide wan û wan dirazîne, lê bi şev hevalên xwe agahdar dike û Şêx û hevalên wî digirin û îxbarê dide Wanê, wê demê subayek bi navê Fewzî Çakmak hebûye, tê û wan bi xwe re dibe Wanê.”
Di berdewamiya axavtina xwe de, Kerem Serhedî dibêje: “Waliyê Wanê telegrafê ji Waliyê Mûsilê, Silêman Nezîf re dişîne û jê re dibêje, guneha wan kesan çî ye, ku li gor wê em wan dadgehî bikin, Silêman Nezîfê xayîn yekser jê re dibêje, ew kes li Wanê nayê dadgehîkirin û divê tu wan bişînî vir (Mûsilê) û ezê wan dadgehî bikim. Fewzî Çakmak jî Şêx Ebdulselam û hersê hevalên wî tîne Mûsilê û li wê derê tên dadgehîkirin.”
Şêx Ebdulselam di dadgehê de çawan berevanî li xwe û gelê Kurd kir
Li ser pirsa gelo ti belge û dokumentek heye ku tê de behsa dadgehkirina Şêx Ebdulselam Barzanî hatine kirin, dîroknas Kerem Serhedî diyar kir, ku belgeyên arşîvkirî di arşîva Osmaniyan de hene û kopiyên du ji wan belgeyan li ser ekrana Rûdaw TVyê nîşan dan. Kerem Serhedî ragihand: “Him biryara dadgehê ya di derbarê îdamkirina Şêx Ebdulselam de û him jî belegeya Dîwana Sultanê Osmanî, Sultan Reşad a ji bo pesendkirina biryara îdamkirinê hene û di arşîva osmaniyan de ne.”
Li ser vê pisê ku ‘Şêx Ebdulselam li dadgehê çawa berevaniya mafên miletê Kurd kir’, Serhedî da zanîn, Şêx Ebdulselam di dadgehê de got, ku jiyana min ne li ber çavê min e, ez dizanim ku ji vê demê şûnde êdî tiştekê ku ez li hember we bikim, tine ye û ez ji mirinê re amade me. Çi ji destê we tê bikin. Heta ber darê îdamê jî Şêx Ebdulselam ti tawîz neda.
Kerem Serhedî di bersiva pirsa, ‘gelo ti mirovekî Kurd wek dadwer beşdarî wê dadgehkirina Şêx Ebdulselam Barzanî bûne yan na’, dibêje, “Waliyê Mûsilê, Silêman Nezîf bi xwe Kurd e ku mezinekî Kurd, Şêx Ebdulselam Barzanî dadgehî dike. Silêman Nezîf xelkê Diyarbekirê (Amed) ye, kurê Seîd Paşa ye û diya wî jî navê wê Ayişe ye, ku keça axayekî Kurd e. Herwiha kurdên Mûsilê jî di dadgehê de beşdar bûne.”
Li ser pirsa, bi nerîna te sedem çî ye ku Osmaniyan dadwerekî Kurd ji Amed (Diyarbekirê) ji bo dadgehkirina Şêx Ebdilselam Barzanî anîn, ku tê gotin heman dadwerî biryara bidarvekirina Şêx Seîdê Pîran jî dabû û ew dadwer xelkê Rewandizê bû, dîroknasê Kurd Kerem Serhedî got: “Di nava me kurdan de gotinek heye, ku eger kurmê darê ji darê nebe, zewala darê tine ye. Silêman Nezîf yekî Kurd e, heta eger waliyê berî wî ba, ew îdam nedikir. Osmaniyan dizanî, ku Silêman Nezîf ji Tirkên Law bû, lewma ew şandin Mûsilê û ew (Şêx Ebdulselam) pê dane îdamkirin. Sala 1925an Elî Seîd ku xelkê Rewandizê bû û efserê artêşa Tirkiyê bû, bi destê wî Şêx Seîdê Pîran tevî 424 Kurdên navdar dane bidarvekirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse