Tirkiyê 2 gundên Şêrawa li Efrînê topbaran kirin

14-12-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Efrîn Şêrawa Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê 2 gundên nahiyeya Şêrawa ya ser bi herêma Efrînê ve topbaran kir û di encamê de 4 kesên sivîl birîndar bûn.

 

Welatiyekî ji Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, roja Pêncşembiyê 13ê Kanûna 2018, topxaneya artêşa Tirkiyê gundên Bêne û Soxankî yên ser bi nahiyeya Şêrawa ya Efrînê ve toparan kirin.

 

Bi gotina wî welatiyê ji Efrînê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, topbaranê ji nîvro ya pêncşembiyê ve dest pê kir û heta danê êvarê berdewam kir.

 

Li gorî zanyariyan, di encama topbarana artêşa Tirkiyê bo ser Bêne û Soxankî yên nahiyeya Şêrawa de, 4 welatiyên sivîl birîndar bûne.

 

Ji 18ê Adara 2018an ve piştî 58 rojan şer, kontrola herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ketiye destê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst