Îro 104mîn salvegera bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî ye

14-12-2018
RÛDAW
Şêx Ebdulselam Barzanî
Şêx Ebdulselam Barzanî
Nîşan Şêx Ebdulselam Barzanî، Kurdistan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 14ê Kanûna 2018, 104mîn salvegera bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî ji aliyê Dewleta Osmanî ye.

 

Roja 14ê meha 12 a 1914an, bi biryara Dewleta Osmanî, Şêx Ebdulselam Barzanî li bajarê Mûsilê hate bidarvekirin.

 

Şêx Ebdulselam Barzanî piştî 7 salan ji domandina şoreşê li devera Barzan, li ser bidestxistina mafên niştimanî û neteweyî yên gelê Kurd hat îdamkirin.

 

Rojnamevan û dîroknivîsê Fransî yê Navdar Krîs Koçêra dibêje: "Şêx Ebdulselam Barzanî xwediyê yekemîn manîfestoya tevgera rizgarîxwaz a niştimanî ya Kurd e."

 

Şêx Ebdulselam, sala 1907an ji bo cara yekemîn, êl û eşîrên Kurd li Duhokê li ser çend daxwazên ji bo gelê Kurd li hev civandin û daxwaz ji sultanê dewleta Osmanî re şandin, lê dewleta Osmanî ev yek wek hewldan ji bo cudabûnê şirove kir û êrîşî devera Barzan kir.

 

Şêx Ebdulselam Barzanî, çendîn reform û çaksaziyên sereke encam dane, weke parastina daristanan, qedexekirina nêçîra balinde û candaran, qedexekirina mehrkirina keçên di temenê zaroktiyê de, qedexekirina lihevanîna xwîndariyê bi jinan, qedexekirina wergirtina pereyan li hember zewicandina jinan, dabînkirina azadiya olî û merasîmên olî ji bo bawermendên ola Mesîhî û  Cihûyan.

 

Şêx Ebdulselam Barzanî

 

Îro salvegera bidarvekirina Şêx Ebdilselam Barzanî ye

14-12-1914an, bi biryara Dewleta Osmanî, Şêx Ebdilselam Barzanî li Mûsilê hate darvekirin

1907an ji bo cara yekemîn, êl û eşîrên Kurd li Duhokê li ser çend daxwazên bo gelê Kurd lihev civandin

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst